Doza Kobanê: Li dadgehê hiqûqa neyartiyê tê pêkanîn

Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn îşaret bi wê yekê kirin ku li dadgehê hiqûqa neyartiyê tê pêkanîn.

Roja çaran a rûniştina 15’emîn a Doza Kobanê ya Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Birêvebir a Navendî ya partiyê jî di nav de ku 21 jê girtî bi tevahî 108 ji ber tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin.

Doz, ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a 22’yemîn a Enqereyê ve tê birêvebirin. Gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û gelek kes ji bo temaşe kirine tev li rûniştinê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de girtî li salonê bûn, siyasetmedarên di girtîgehên din de jî bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn.

BERTEK LI DIJÎ DADGEHÊ

Rûniştin bi guhdarî kirina şahid Gul Tanriverdiyê dest pê kir. Parêzer Kenan Maçoglû, di der heqê guhdarî kirina li şahidê de axivî, got: “Hûn ji vê şahidê bi tenê pirsên di der heqê Gultan Kişanak a ku li ser îfade daye dikarin bikin. We ji şahidên berê derveyê beyanên wan pirs kirin. Bi pişt re parêzer Çîgdem Kozan mafê axaftinê girt û got: “Hûn dikarin îdianameyê ji şahid re kurt bikin lê bi tenê îdianameya dosyeya bûye yek dikarin kurt bikin. Gotina navên hemû miwekîlên me li vê derê, ne li gor usûlê ye. Bi nîşandana wêneyên miwekîlan hûn nikarin destnîşan bikin.”

Şandeya dadgehê, îtirazên parêzeran red kirin, biryar dan ku wêneyên siyasetmedarên din jî nîşanê şahidê bidin û di der heqê dozê de agahiya bide. Paşê îfadeyê şahidê hat girtin.

Şahid Tanriverdî diyar kir ku wê siyasetmedar li Qendîlê nedîtine û wiha got: “Têkildarê mezinkirina bûyerên Kobanê min tu agahî nîn e.”

KIŞANAK HAT ASTENGKIRIN

Şandeya dadgehê, dema pirs kirina pirsan tim gotina Kişanakê birî û mîkrofon lê girt. Şandeyê daxwaza Kişanakê red kir, biryara guhdarî kirina li şahid Mesûd Firat da û saetek navber da rûniştinê.

Piştî navberê guhdariya şahid Mesût Firat hat kirin. Firat ji Edliyeya Stenbolê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû, got: “Zekî Çelîk, tev li civîna Desteya Rêvebir a Navendî nebû. Ji ber ku ne di komcivînê de bûm jî nizanim.”

‘NE DARIZANDINA BI SIVÎLÎ YE, EM TECRÎDKIRÎ NE’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel got: “Li vir darizandineke bi sivîlî nîn e. Em li vir tecrîdkirî ne. Nahêlin em li rex hev jî rûnin. Em rû bi rûyê leşkeran in. Du roj bûn Zeynep Kahraman nexweş bû û dibe ku bi COVID 19’ê ketibe. Test da wê roja Duşemiyê diyar bibe.”

‘HIQÛQA NEYARTIYÊ PÊK TÎNIN’

Tûncel, wiha axivî: “Guhdarîkirina li şahidan derhiqûqî ye. Hêj lêpirsîn neqediya we guhdariya şahidan kir. Hûn guh nadin îtirazên me. Hûn bêusûliyê dikin. Hûn dixwazin me jî bikin şîrikê sûcê xwe lê em nabin. Me dît ku çi hat serê yên ku gotin em nabin şirîkê sûcê we. Şahidan, gotinên hev derew derxistin hûn hêj jî guhdariya wan dikin. Hûn nadarizînin, hûn bêyî darizandin înfaz dikin. Em li gor reftarên we di dewleta ewlehiyê de ne. Em ne di dewleta hiqûqê de ne. Hûn li dijî me hiqûqa neyartiyê pêk tînin. Hûn dixwazin bi carekê ev doz biqede, zexteke siyasî heye li ser we. Hûn dixwazin zû biqedînin lê ji ber krîza we ya nerêvebirinê heye hûn dirêj dikin. Pirsgirêka birêvebirinê heye em vê her roj di salonê de dibînin. Dev ji vê bêusûliya xwe berdin. Hûn li ser tifaqa Cûmhûr darizandinê dikin. Edalet ji vir dernakeve.”

Tûncel, got ku tevgerên şandeya dadgehê ne li gor hiqûqê ne û wiha pê de çû: “Ez ji we hêviya edaletê nakim. Qetilkirina jinan, encama vê pergalê ye. Bi vê hişmendiyê ev pirsgirêk çareser nabe. Ji roja ku pêvajo qediyaye heta bi niha li rewşa Tirkiyeyê binihêrin. Ev encamên bêhiquqiyê ne. Cihê demokrasî lê nîn be xerabûyîn dest pê dike. Sedema vê xerabûyînê rakirina ji holê ya siyaseta demokratîk e. Ji ber ku hûn nûnerên desthilata siyasî ne ez van ji we re dibêjim.”

Piştî beyanan şandeya dadgehê rûniştin bi dawî kir. Şandeyê biryar da ku 1’ê Tebaxê bi SEGBÎS’ê guhdariya Aysel Tûglûkê bike.