Doza Kobanê: Li Aysel Tûglûk êşkence tê kirin

Girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk ji girtîgeha lê girtî ye bi alîkariya parêzerên xwe bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê hat kirin.

14’emîn rûniştina Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di rûniştinê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TKP) a Yenîmahalleyê û Halkevlerî û her wiha gelek parêzer amade bûn.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragiritn li eywana rûniştinê amade bûn. Girtiyên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bûn.

Piştî tespîtkirina nasnameyan, evraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Têkildarî anîna siyasetmedara Kurd girtiya nexweş Aysel Tûglûk, a danişînê, bersiva Girtîgeha Kocaeliyê hate xwendin. Di bersivê de hate diyarkirin ku Tûglûk li rûniştina beriya nîvro amade nabe û derbasî guhdarkirina gilîkeran hate kirin.

HAYA GILÎKER JI DOZÊ NÎNE

Gilîker Hasan Ûzûn ê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû, mafê axaftinê girt û wiha got: “Ev doza çi ye ez nizanim.”

‘EZ DADGEHA WE NAS NAKIM’

Serokê dadgehê ragihand ku gilîker Ûzûn di 7’ê Cotmeha 2014’an de birîndar bûye, navê siyasetmedarên tên darizandin xwend û mafê axaftinê da Ûzûn. Ûzûn ê mafê axaftinê girtin wiha axivî: “Min beriya niha îfadeyek dabû lê niha ez cuda difikirim. Fikrên min hatin guhertin. Li dadgeha we hikmên Xwedê nayên sepandin. Ji ber vê yekê ez naxwazin îfadeyê bidim. Ez ji siyasetmedarên navên wan hatin xwendin gilîker nînim û vê dadgehê jî qebûl nakim.”

‘EZ GILÎKER NÎNIM’

Dûre gilîker Îbrahîm Taşdemîr hate amadekirin. Gilîker Taşdemîr ê hate îdiakirin ku di şermezarkirinên Kobanê de birîndar bûye wiha got: “Dema bûyeran de ez li cihê bûyerê bûm. Ez ji aliyê kesekî ku min nas nedikir ve hatim birîndarkirin. Pişt re nayê bîra min.” Taşdemîr bi lêv kir ku ji tu siyasetmedarên jê Doza Kobanê tên darizandin gilîker nîne.

Gilîker Sînan Piglis ê di wê dîrokê de zarok bû jî anî ziman ku ji siyasetmedarên navên wan hatin xwendin re gilîker nîne.

Gilîker Hazret Egît jî wiha got: “Ez tu siyasetmedarên navên wan hatin xwendin nas nakim. Kesên ez birîndar kirim ew nebûn. Ez naxwazim guneha wan bigirim. Ez bawer im ku kesên ez birîndar kirim dijminên min bûn.” Bal kêş bû ku serokê dadgehê zext li gilîker kir ku giliyê siyasetmedaran bike.

Piştî beyanên gilîkeran aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata mafê axaftinê girt û wiha got: “Em jî parçeyekî hiqûqê ne û dixwazin ji van mafan sûdê bigirin. Em li girtîgehê jî bin hin mafên me hene.” Akat, bal kişand ser zêdebûna rûniştinan û bertek nîşan da ku berî bên agahdarkirin guhdariya gilîkeran tê kirin.

Li ser biryara dadgehê, biryara beşdarkirina dozê ya girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk hatibû dayîn. Li ser vê yekê Tûglûk bi alîkariya parêzerên xwe ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê hat kirin.

‘EZ Ê PAŞÊ PARASTINA XWE BIKIM’

Tûglûk ji ber nexweş e bi zehmetî axivî û zehmetî ji pirsên dadger fêm kir. Serokê dadgehê ji Tûglûk naveroka hin nûçeyên roportajên ku dabûn pirs kir. Tûglûk jî got: “Rewşek min a taybet heye. Ji ber ez nexweş im nikarim xwe bînim ziman. Ji ber nexweşîna xwe ez ê paşê parastina xwe bikim.”

Parêzer Kenan Maçoglu axivî û diyar kir ku raporek nû ya der barê Tûglûk de dê bê û ew di rewşek ku nikare parastina xwe bike de ye.

Tûglûk piştî kêliyekê xwest ku ew ji rûniştinê veqete. Di vê navberê de siyasetmedarên ku li eywana rûniştinê bûn, bi Tûglûk re sohbet kirin. Siyasetmedaran çi got jî lê Tûglûk ji fêmkirinê zehmetî kişand. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li heman girtîgehê ye ji Tûglûk re tiştên ku hatin gotin, ragihand. Siyasetmedaran ji Tûglûk re gotin “tu çawayî.” Lê Tûglûk bersiva wan nikaribû bide. Tûglûk ji Gultan Kişanak re got “tu jî ji wan re bêje hûn çawa ne.” Van gotinên Tûglûk balê kişand ser xwe.

‘EV DOZEKE SIYASÎ YA KÛMPASÊ YE‘

Girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûkê jî bi rêya SEGBÎS'ê rûniştin şopand. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li cem Tûglûkê bû got: "Her kez dizane ku hevala me Aysel nikare di van şertan de parastinê bike. Hêvîdar im biryareke biheqîqet bê dayîn û hevala Aysel bigihê mafê tenduristiyê. Ji ber ku li vir e, pir kelecan e. Ji ber ku hevalên xwe dît pir kêfxweş e. Nikare tişta dixwaze bibêje, lê dixwazim ji dêvla wê ragihînim."

Kişanakê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ya li vir tê darizandin ne bûyerên Kobanê ne, HDP bi xwe ye û got: "Ev dozeke siyasî ya kûmpasê ye."

Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdagê jî diyar kir ku li hember xwe merciyeke darazê ya cidî nabîne û got, kesên li hemberî wan wekî şahid tên bikaranîn jî bi zora dadgehê ew kirine şahid. Yuksekdagê destnîşan kir ku di vê dosyeyê de tu tişt nemaye ku ji rê derneketiye û got, heyeteke ku bi qasî serê derziyê jî fikarên wê ji bo hiqûqê hebûna dê ev bêhiqûqîtî tamûl nekirine.

Di vê navberê de Aysel Tûglûk jî bi alîkariya Gultan Kişanakê ji hêwana SEGBÎS'ê derket.

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel axivî.

Tûncelê diyar kir ku mafê tenduristiyê yê Aysel Tûglûkê tê binpêkirin û ji bo Tûglûkê got, yek ji mirovên herî wêrek ên cîhanê ye. Tûncelê bilêv kir ku Aysel Tûglûk di çareserkirina meseleya Kurdî û aştiya Tirkiyeyê de tim li refên pêş bûye û got: "Lê niha nexweş e. Bi ser vî halî de hûn ardibin doza îfadeyê lê dikin. Nikare biaxive. Mirov, bi hestên xwe, bi wijdanê xwe mirov e. Hebikekî wijdan û ehlaq divê. Hûn ê vê rewşa ku nûnerên gelê Kurd nikarin biaxivin wekî propagandayê bi kar bînin? Nexweşiya kurdan jî anyê qebûlkirin."

Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Tûncelê birî û got: "Tu meseleyê berovajî dikî." Tûncelê jî xwest heyeta dadgehê der barê Tûglûkê de biryara berdanê bide û got: "Yan na tişta hûn dikin êşkence ye."

Piştî Tûncelê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş bal kişand ser atmosfera siyasî ya dema wergirtina îfadeyên muştekiyan û got: "Em dixwazin ev atmosfera darizandinê bê tomarkirin. Gava dosye hat ber we di dosyeyê de biryara DMME'yê û 2-3 şahidên veşarî hebûn. Wekî din tu titş tune bû. Ger hûn girêdayî dosyeyê bûna we yê wekî dozger lêpirsîn nekirana, lê hûn bi israr delîlan çêdikin. Gava muştekî gilî nakin hûn li ber dikevin. Hindik maye hûn lis e rpêyan ji muştekiyên gilî dikin re li çepikan bixin. Em baş dizanin ku şahidên sûc îsnat dikin ji sedî sed derewan dikin."

Parêzer Kenan Maçoglû jî xwest danişînên Doza Kobanê di dema betlaneya edlî de neyên lidarxistin.

Rûniştin dê di 30'yê Hezîranê de bidome.