Doza Kobanê ji bo 2 rojan hate texîrkirin

Ji ber ku serokê dadgehê ya ku li Doza Kobanê dinere bi koronayê ketiye rûniştina dozê heta roja Pênçşemê hate texîrkirin.

Rûniştina 4’an a Doza Kobanê di roja duyan  Dadgeha Cezayê Giran 22'yan a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endam û rêveberên MYK’a HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. 
 
Li ewyana rûniştina dozê siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ne amade bûn. 
 
Selhattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedarên din ên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Xizmên siyasetmedarên girtî û parlamenterên HDP’ê dozê şopandin. 
 
Endamên şandeya dadgehê li cihê xwe rûniştin û hat dîtin ku îro şandeyek cuda li dozê dinêre. Hat destnîşankirin ku ji ber serokê şandeya dadgehê temasa wî bi xizmek wî ku bi koronayê (Kovîd-19) ketiye re heye, lewma şandeyek demkî li dozê nihêrî. 
 
Li ser vê agahdarkirinê parêzerên dozê xwestin rûniştina dozê were taloqkirin. Ü
 
Tevî vê daxwaza parêzeran jî serokê şandeya dadgehê yê demkî xwest siyasetmedarên girtî parastina xwe bikin. 
 
Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt û got: “Naxêr, ez naxwazim parastina xwe bikim. Ez beşdarî daxwaza parêzerên xwe dibim.” Gultan Kişanak jî got ew beşdarî daxwaza parêzeran dibe û xwest navber bidin danişînê. Siyasetmedarên din jî ku axivîn daxwaza parêzeran dubare kirin. 
 
Dozgerê dozê got divê hemû çarçoveya dosyeyê li ber çavan were girtin û biryara dewama girtina siyasetmedaran da. 
 
Piştî biryara dozger, şandeya demkî li ser daxwaza parêzeran û siyasetmedaran neçar ma ku danişînê taloqî 23’ê îlonê roja pêncşemê bike. Piştî vê biryarê rûniştina dozê bi dawî bû.