Doza Kobanê: Ev darezîn di odeyek ya partiyekê de destpê kir!

Rûniştina Doza Kobanê bi parastina parêzeran dom kir. Prz. Nûray Ozdogan got: “Ev darezandin li odeyek a partiyeke siyasî destpê kir.”

Danişîna 4'emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 kes jê tên darizandin ku li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatibû destpêkirin, piştî navberê dom kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) bi Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne tê ragitin bi kurt axivîn.

Bûldan got: “Me bêriya te kiriye, serok, demek kin em ê bên ba te”, Demîrtaş jî bi bişirîn got; “Weke serdan wer in, lê weke din neyên.” bersiv da. Demîraş li gel siyasetmedarên din bi Kurdî axivî û silav da wan.

Piştî demek kin ku heyeta dadgehê cihê xwe girt, rûniştin destpê kir. Parêzer Mesût Beştaş daxwaz anîn ziman. Beştaş diyar kir ku dosyaya Demîrtaş dosyayeke pîlot e, anî ziman ku biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş hemû girtiyan eleqedar dike.

Parêzerê Serkê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Parêzer Mememt Oruç û parêzerê Salahattîn Demîrtaş Caît Kirkazak û Parêzera parlementera dema berê ya HDP’ê Emîne Beyaz Ustun Nûray Ozdag jî parastin kirin.

Ozdogan got: “Darezîn ne li salonê ne jî li odeya dozgeriyê, ne jî li emniyetê. Ev darezîn pir vekirî û zelal li odeya partiyeke siyasî pêk hatiye.”

Serokê Şaxa OHD’ê ya Enqerê Şevîn Kaya jî mafê axaftinê girt û got: “Cihekî ku parêzer nikaribin bikevinê, ne mimkûne ku darezandin bê kirin.”

Piştî daxwazên parêzeran û şûnde Endamê MYK ê berê yê HDP’ê Can Memîş jî axivî. Memîş diyar kir ku parêzer li salonê nebûn.

Parlementerê berê Altan Tan ê bi rêya SEBGÎS’ê tevlî salona 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû, li ser sûcên li ser wî axivî.