Doza Denîz Poyrazê taloqî 24'ê Çileyê hat kirin

Di doza Denîz Poyrazê de serokê dadgehê bêyî ku parêzer beyanên xwe bilêv bikin biryara xwe ya navberê daxuyand û dozê taloqî 24'ê Çileyê kir.

Danişîna ewil a têkildarî qetilkirina Denîz Poyrazê ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê hat lidarxstin. Serokê dadgehê pitî navberê daxuyand ku sûcdar Gencer şandine girtîgehê û bêyî ku parêzer beyanên xwe bilêv bikin, danişînê bi hinceta dîsîplînek çênbûye taloq kir.

Dadgehê danişîna dozê taloqî 4'ê Çileyê kir. Her wiha dadgehê biryar da ku danişîn li Kampusa Girtîgeha Şakranê bê lidarxistin.

‘DÊ KUJER HESAB BIDIN GEL'

Ên li hêwana dadgehê bertek nîşanî heyeta dadgehê dan ji ber ku nehişt parêz û meqama îdiayê beyanên xwe bilêv bikin û gotin: "Hûn kê diparêzin?" Gava heyeta dadgehê piştî biryara navberê ragihand û hewl da ji hêwanê derkeve, ên li hêwanê dirûşmeya "Dê kujer hesab bidin gel" berz kirin û bi çepikan helwesta heyata dadgehê şermezar kirin.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dadgehê da û got: "Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku kujerek diçe partiyek siyasî û qetlîamê dike. Hûn nikarin bi biryareke ji nişkave biqedînin. Em naxwazin darizandin li Girtîgeha Şakranê bê kirin." Serokê Dadgehê jî got: "Ne moral ma, ne hal me, rageşî rû da."

Parêzeran jî got: "Qey em bi moralekî xweş hatine vira?" Serokê dadgehê jî bi israr got: "Em dadgeheke xwedî karbidestiyeke giştî ne, em ne xwedî karbidestiyeke xisûsî ne. Niha ez ê wekî her kesî biçim mala xwe, parêzvanekî min tune ye, hinekê jî min fêm bikin." Ên li hêwanê jî gotin: "Zirar ji me nagihê te, lê bila ji dewletê neyê, li xwe miqate bin."

TALOQÎ 24'Ê ÇILEYÊ KIR

Piştî îstişareya hat kirin danişîn taloqî 24'ê Çileyê hat kirin.