Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Doza Denîz Poyraz: Wê kujer hesap bidin!

Rûniştina doza kuştina Denîz Poyraz dest pêkir. Di rûniştinê de kujer Onûr Gencer keniya û ev tişt bû sedema hêrsbûnê. Li eywanê sloganên ‘Wê kujer hesap bidin’ hatin berzkirin.

Di rûniştina doza êrişa li ser HDP’a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyraz de ya ku kujer Onûr Gencer lê dihate darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn dest pê kir.

Di destê sibehê de bi sedan kes hatin Edliyeya Îzmîrê û xwestin hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin. Ji ber ku eywan ne amade bû rûniştinê dereng dest pê kir. Fehîme Poyraz û Abdullah Poyraz ên ku dayik û bavê Denîz Poyraz in jî di nav de, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlementer  û Endamên Desteya Rêveber a HDP’ê, Alîkara Serokatiya Giştî ya CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca, parlementerên CHP û TÎP’ê, parlementerên Danîmarkî Lars Aslan Rasmûssen û Soren Sondergraard, nûnerên saziyên sivîl, herî kêm 500 parêzer, gelek hunermend û rewşenbîr rûniştina dozê dişopînin.

Ji ber biçûkbûna eywanê rûniştin li eywana Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn hate kirin û bi hinceta ku cih tune gelek kes û parêzer nikarin têkevin eywanê.

Kujer Onûr Gencer bi muebeta girankirî û cezayê girtîgehê ya 7 salan tê darizandin. Dema ku nasname dihatin tespîtkirin, polîsekî bi kamerayê kesên di eywanê de qeyd kir. Piştî nerazîbûna parêzeran vîdeo hate jêbirin.

Di dema tespîta nasnameyê de kujer Gencer xwest biçe lawaboyê û dema ku ji ber beşa muştekiyan derbas bû keniya û axivî. Kesên li eywanê bi hev re sloganên ‘Wê kujer hesab bibin gel berz kirin’.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşan da  ku malbat nêzî bersûc hatiye bicihkirin û bersûc ji ber malbatê derbas dibe. Serokê Dadgehê diyar kir ku wê kujer ji deriyekî din bibin û bînin.