Doza Demîrtaş û dosyeya Boru kirin yek

Dosyeya dozê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pê tê darizandin, bi dosyeya Yasîn Boru bû yek.

Hikumeta AKP’ê ji bo ku cinayetên siyasî û mirinên di bûyerên civakî de têxe stûyê HDP’ê gav avêt.

Daxwaza ku dixwestin dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û yaYasîn Boru û 3 endamên Huda-Parê yên ku di bûyerên 6-8’ê Kewçêrê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû bikin yek, li Dadgeha Cezayê giran a Enqereyêya 2’emîn hate qebûl kirin.

Heman dadgehê serîlêdana berê red kiribû.

Bi vê biryarê re wê Demîrtaş ji ber bûyerên 6-8’ê Kewçêrê jî were darizandin.

DI VÊ SERDEMÊ DE YA KU ÇETEYÊN DAIŞÊ TÊN TEHLIYEKIRIN

Îro dema ku li Amedê endamên DAIŞ’ê hatin berdan, ev biryar jî hate dayîn. Ev çeteyên DAIŞ’ê li Amedê di navbera wan û polîsan de şer derketibû, 3 polîs û 7 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin. Piştî vê bûyerê çeteyên DAIŞ’ê yên ku hatibûn girtin, îro serbest hatin berdan.

PIŞTGIRIYA HÎZBULKONTRA

Têkiliya AKP’ê ya bi Hîzbulkontrayan di bûyerên 6-8’ê Kewçêrê de jî derketibû holê. Tê diyarkirin ku AKP çekê li van komên çeteyan belav dike.

Piştî hewldana derbeyê derketibû holê ku AKP’ê Hîzbulkontra jî kiribû hevkarê xwe.