Doza Demîrtaş hate taloqkirin

Selahattîn Demîrtaş, li ser misogerbûna cezayê lê hatiye birîn got, "Em ji darizandinê natirsin."

Rûniştina doza ku bi îdîaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" li Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatiye vekirin, li Edliyeya Bakirkoyê ya Stenbolê pêk hat. Demîrtaş bi rêya sîstema deng û dîmen a elektronîk (SEBGÎS) tevlî rûniştinê bû.

'PIŞTÎ GOTINA ERDOGAN...'

Demîrtaş ku girtina wî ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve nehiqûqî hate dîtin, li ser misogerkirina cezayê li wî û Sirri Sureyya Onder ê HDP'yî hatiye birîn got, "Beşek ji dadgeriya Tirkiyeyê, bi zexta giran û fermanên vekirî yên Serokê Giştî yê AKP'ê tevdigere. Cezayê giran ê li min û Sirri Sureyya Onder hate birîn, doh hate pejirandin. Ev yek biryareke siyasî ye ku piştî Serokê Giştî yê AKP'ê got, 'Em ê gava xwe ya li dijî vê biavêjin û vî karî biqedînin' hate dayin."

Demîrtaş got, "Ji bilî Xwedê em ji kesî natirsin, em ji darizandinê natirsin."

Rûniştina dozê ji bo 27'ê Adara 2019'an hate taloqkirin.