Doza 10’ê Cotmehê: Dewletê xwest ku bi DAÎŞ’ê re bicivim

Kasim Kûrt ê di rûniştina Doza 10’ê Cotmehê de hate guhdarkirin, anî ziman ku li gel îstixbarata Tirk û leşkeran re bi Îlhamî Bali yê DAÎŞ’î re civiyane û got: “Dewletê xwest bicivim.”

DAÎŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqerê li dijî girseya ku ji bo daxwaza aştiyê li hev kom bûbû êrişên bombeyî pêk anîbû.

Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 12'emîn danişîna dozê ya ji bo bersûcên firar û bersûc Erman Ekicî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê pêk hat. Di danişînê de îfadeyên Mûhammed Kasim Kûrt ku hatibû tespîtkirin bi rêya telefonê bi Emîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali re hevdîtin kiriye hatin girtin.

Danişîn taloqî 24'ê mijdarê hat kirin.

Piştî danişînê malbatên qurbaniyên komkujiyê û parêzerên xwe li ber edliyeyê daxuyanî dan û bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê ya di danişînê de dan.