Dosyayên 200 kesên îltîcayî Elman kirin ketin destê Tirkiyê?

Fikara wê tê kirin ku 200 dosyayên ku di dest parêzer de ku ji bo rewşa serlêdana kesên ku îltîcaya Elmanya kirine lêkolîn bike, lê hatiye destgîrkrin, ketibin destê dewleta Tirk.

Heftiya bihurî derketibû holê parêzerek ku li Enqere bû û karê Sefareta Elmanya dikir, ji Îlonê û vir ve li Tirkiyê hatiye girtin. Parêzerê bi navê Yilmaz S. ku daraza Tirk wî bi ''sîxûrtiyê'' tawanbar dike û ji hêla sefaretê ve, hatibû peywirdarkirin ku têkilî welatiyên Tirkiyê ku îltîcayê Elmanya kirine xwe bigihîne agahiyan.

Parêzerê navborî lê dipirsî  bê ka penaberên siyasî yên ku xwe li Elmanyayê girtin bi rastî jî li Tirkiyê li ser wan biryara girtinê heye yan na, têne şopandin yan na û agahiyên ku distan digihande Sefereta Elmanyayê ya li Enqerê. Sefaret jî ev agahî di ser Wezareta Karê Derve ya Elman re digihande Daîreya Koçkirinê ya Federal û Paneberan (BAMF) û wiha li ser serlêdana penaberan biryar dihate standin.

Rewşa parêzerê ku hatî girtin, dema Civîna Karên Derve yên G20'yê, bûbû rojeva Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû yê Elman Heîko Mas. Maas gotibû, ''Me ji Çavûşoglû re got sedema girtina parêzer me fêhm nekiriye. Wî jî got, têkilî saziyên darazê ye.''