Dorpêça çeteyên Qesrê ya li ser gundê Vezîrava dewam dike
Çeteyên Qesrê bi îdîaya ‘gerîlayên HPG’ê lê ne’ gundê Vezîrava yê girêdayî Geverê dorpêç kirin, ji heman malbatê 13 kes jî binçav kirin.

Piştî di têketina gundê Vezîrava yê li derketina rêya Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê wesayîtek sivîl hate gulebarandin û 2 kesên ku navên wan nehatin zelalkirin bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, dorpêça li ser gund didome. Ji 2 kesên ku piştî birîndariyê bi awayekî şîûra wan ne li cih ji cihê bûyerê hatin dûrxistin jî 2 saet in agahî nayên girtin.
Piştî bûyerê, bi îdîaya 2 gerîlayên HPG’ê yên birîndar xwe avêtine gund, ji sedî zêdetir kîrpî, panzer, gelek tank û helîkopterên ji Qereqolên Kamişli û ji yekîneyên leşkerî yên navenda navçeyê hatin sewqkirin ve gund hate dorpêçkirin.
Li ser anonsên ji mizgefta gund û wesayîtên zirxî yên wek “Gund vala bikin an em ê we jî gundê we jî bişewitînin!” şêniyên gund bi zorê ji malên wan hatin derxistin û şandin derveyî gund.
Li hin avahiyên derveyî gund ên bilind sekvan hatin bicihkirin, hate destnîşankirin ku seyên ji bo lêgerînê jî anîne gund.
Dema lêgerîna li gund, ji heman malbatê Mehmet Han, Naîf Han, Ridvan Han, Mahîr Han, Emrah Han, Mûstafa Han, Levend Kina, Buke Kina, Besna Han, Ferîde Han, Gulcan Han, Hediye Han û Fatma Han hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku ji kesên birine emniyetê re wiha gotine: “Eger hûn agahiyan nedin me, hûn ê her tim li vir bimînin.”