DMME'yê derheqê Kerestecîgolu biryar da: Azadiya derbirînê binpê bûye

DMME'yê têkilî rakirina destlênedanê ya Wekîla HDP'ê Filîz Kerestecîgolu biryar da û got azadiya derbirînê hatiye binpêkirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Wekîla HDP'ê Filîz Kerestecîgolu ya têkilî rakirina destlênedana wê biryar da. DMM'yê diyar kir guherîna Destûra Bingehîn a 20'ê Gulana 2016'an têkilî 'têkoşîna dijî terorê ye'' û ji ber ku ramanên xwe yên siyasî aşkere kirine wekîl bi çarçoweya vê yasayê nikarin werin mehkûmkirin.

DMME'yê di biryara xwede ya têkilî Kerestecîoglu xwe sparte ser eynî hêmanan û biryar li ser da ku azadiya derbirînê hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar da ku xala 10'an a azadiya derbirînê ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin û tevde 9 hezar Euro ceza li dewleta Tirk birî.