DKP/Yekîtî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

DKP/Yekîtî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, “Em ê bi mezinkirina têkoşîna şoreşa yekbûyî faşîzmê têk bibin.”

Partiya Komûnerên Şoreşger (DKP/Yekîtî) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiye û Kurdistanê de meha Gulanê bi nemirbûna gelek pêşeng û kadroyên pêşeng re wek meha Gulanê tê qebûlkirin. Di 31’ê Gulana 1971’an de yekemîn gerîlayên çiya yên Tirkiyê Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alpaslan Ozdogan di dema amadekariya çalakiya li dijî baregeha NATO ya li Meletiyê dikirin de ji aliyê yekîneyên cendirme yên faşîst ên Tirk ve tên qetilkirin. Salek şûnde di 6’ê Gulana 72’an de dewleta faşîst ji bo ku şoreşa 71’ê bifetisîne kadroyên pêşeng ên THKO’yê Denîz, Yûsûf û Huseyîn îdam dike. Di 18’ê Gulana 1973’an de dewleta Tirk a faşîst rêberê damezirîner ê TKP/ML Îbrahîm Kaypakkaya li zîndana Amedê bi mehan bi êşkenceyê qetil kir. Dîsa di 18’ê Gulana 1977’an de yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer li Dîlokê di encama provokasyonekê de hat qetilkirin. Di sala 1982’an de li dijî êşkenceyên di asta qetlîamê yên li tarîtiya faşîzmê ya herî mezin û zilma dijwar ango li zindanên Amedê de, Çaran di 18’ê Gulanê de xwe kirin topa agir, bi ser faşîzmê ve çûn û şehîd bûn. Yek ji mîmarên derketina me ya Komunar Ulaş Bayraktaroglû ku navê pêngava 71’ê ya ji nû ve derketina şoreşgerî ya ji dîrokê ye, dema ku di 9’ê Gulana 2017’an de li dijî DAÎŞ’ê şoreşa Rojava diparêze, nemir dibe.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Îbrahîm Kaypakkaya her tim asta berxwedan û têkoşînê bilind kiriye. Girtîgehên Amedê ku tê de bi mehan êşkence domkirî şahid in. Şoreşgerekî ku serî natewîne ye. Lê ji vê zêdetir heye. Ew komek bawerî ya agirîn e; rêberê gelan e, ji gel û şoreşê baweriyeke bêsînor e, îradeya pola ye” û hat diyarkirin; “Di şesê Îbrahîm Kaypakkaya yê ku yek ji mîmarê 71’ê ye, kadroyê pêşeng ê enternasyonalîst ê têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd Hakî Karer û Çarên ku ji bo teslîmî tarîtiya 12’ê Îlonê di zindanan de nebin bedena xwe kirin topên agir, em hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku em ê bi biryardarî li ser şopa wan bimeşin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Bi vê zanabûnê em ê weke parêzvanên bênavber û xwediyên vê mîrateyê li dijî teslîmiyet û şerê ku faşîzma AKP-MHP’ê li ser gelan ferz kiriye, têkoşîneke dijwar bi pêş bixin û bi mezinkirina têkoşîna şoreşa yekbûyî em ê faşîzmê têk bibin.”