DKP/BOG: Em ê tola heval Şoreş û Neval bistînin

DKP/BOG: Em ê teqez tola Ahmet Şoreş û Firat Neval bistînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) de hat gotin, "Fermandarên pêşeng ên şoreş û têkoşîna sosyalîzmê, hevrêyên me yên ku endamê Komîteya Navendî ya MLKP'ê Ahmet Şoreş û endamê MLKP'ê Firat Newal, di têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê de li Rojava şehîd ketin.

Hevrê Ahmet Şoreş weke dengê bilind ê kedkar, jin û hemû gelên bindest bi taybet ê gelê Kurd di her têkoşîna li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê de têkoşiya, peywirên xwe yên komunîst bi cih anî.

Çalakiyên hevrê Ahmet Şoreş yên di têkoşîna şoreşgerî de bû şahidê pratîkeke şênber a ku ji aliyê hevrê, heval, çîna karker û gelên bindest ve dihat dîtin. Hevrê Ahmet Şoreş di şoreşa Rojava de li gelek eniyan şer kir û wî partiya alaya me her dem li ba kiriye.

Hevrê Firat Newal jî di qadên şerê şoreşgerî de cihê xwe girtiye, weke navê wêrektî û îradeya şoreşgerî ya ku di her şert û mercî de dikare li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ên faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin, têkoşiyaye. Hevrê Firat Newal weke şervanekî pêşeng ê komunîst û fermandarê şerê gerîla, erkên herî giran û girîng ên têkoşîna şoreşgerî girtiye ser milê xwe.

Hevrê Ahmet Şoreş û Firat Neval di encama êrîşa li qadên şer ên şoreşgerî yên faşîzma AKP-MHP’ê û konsepta şerê taybet a li dijî Rojava de nemir bûn. Em ê jî li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi sonda ku em ê tola xwe hevalên xwe hilînin, em ê çalakiyên mezintir li dar bixin.

Em sond dixwin kuı em ê hesabê qetilkirina heval Ahmet Şoreş û Firat Newal bipirsin.”