DKP/Bîrlîk: Em ê hesabê hevrêyên xwe Ahmet Şoreş û Firat Neval bipirsin

DKP/Bîrlîk ji kadroyên pêşeng ên MLKP'ê endamê Komîteya Navendî Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û ji fermandarên ciwan Firat Neval (Ozgur Namoglû) bi bîr anî ku li Rojava şehîd bûn û diyar kir ku wê hesabê wan bipirsin.

Di daxuyaniya DKP/Bîrlîk de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst qirker li Rojava sûîqestên siyasî û êrîşan bênavber dewam dike. Her roj di serî de li Rojava li hemû herêmên Kurdistanê şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî qetil dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji kadroyên pêşeng ên MLKP'ê endamê Komîteya Navendî Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) ku li gelek qadên qad ên şer cih girt û şer kir, ji fermandarên ciwan hevrê Firat Neval (Ozgur Namoglû) 4'ê Çileya 2023'an ji aliyê dewleta Tirk a faşîst dagirker ve hatin qetilkirin. Herdu şoreşgeran li Rojava, li dijî dewleta Tirk a faşîst dagirker û çeteyên şer ên selefî yên olperest têkoşîn dimeşandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêyê wan Ahmet û Firat jiyana xwe diyarî şoreşê, şoreşgeriya enternasyonal, têkoşîna şoreşa yekbûyî ya gelên Tirkiye-Kurdistanê û têkoşîna bindestan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di têkoşîna me de tevlî nava karwanê nemiran bûn. Em ê di têkoşîna xwe ya şoreşa yekbûyî de xwedî li jiyan, şer û bîranîna wan derkevin. Em ê hesabê wan bipirsin."