Diyar Xerîb li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn

Li Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û du gerîlayên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîmeke biheybet hate lidarxistin.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîla Mûrat Gunduz (Devran) û Abdulkadîr Aslan (Şahîn Dîcle) di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 5’ê Tîrmehê ya li Qendîlê de şehîd bûbûn.

Ji bo her sê gerîlayan li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê merasîmeke biheybet hate lidarxistin.

Saetên serê sibê ji gelek bajarên Başûrê Kuristanê bi hearan kes li herêma Raperînê li hev civiyan. Welatıyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku dixwestin beşdarî merasîmê bibin li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

Bi hezaran kes li herêma Raperin bi konvoyekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, piştî gihiştin Qendîlê meşiyan.

Di meşê de girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Şehîd Dr. Sîrwan û Şehîd Viyan Soran û alayên PKK û KCK’ê hatin hildan.

Di meşê de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Hevsal Helmet Namire” û “Şehîd Namirin” hate berzkirin. Li aliyê din dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê jî hatin berz kirin.

Jinan li pêşiya meşê meşiyan û xwîşka Xerîb jî beşdar bû. Girseya gel piştî ku gihişte goristanê kûlîlk danîn li ser gorên şehîdan. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda Ey Reqîb hate xwendin.

Piştre merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama Komîteya Malbatên Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê hate xwendin. Di peyamedê de hate gotin; “Hevrê Helmet li dijî îxanetê her tim nûnertiya berxwedanê kir. Ji bo gel şoreşgerekî pêşeng bû.”

Peyama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê jî ji aliyê rojnameger û nivîskar Hesen Cûdî ve hate xwendin. Di peyama Konseya Serokatiyê de hate gotin; “Serê malbata hevrê Helmet, Serok Apo û gelê me saxbe, xemgîniya we parve dikin. Soz didin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê rêya wan bişopînin û xeyalên wan pêkbînin. Armanca dijminên Kurd têkbirina destkeftiyên Kurd e. Êrîşa li ser hevrê Helmet jî bi hevkariya hêzên noker pêkhatiye.”

Di berdewama daxuyaniya KCK’ê de îşaret bi êrîşa bêbext û namerdane hate kirin û wiha hate gotin: “Hevrê Helmet ji bo rêya dijî dagirkerî û xiyanetê peyda bike, di temeneke ciwan de kete nava lêgerînê, xeta fikrî ya Rêber Apo weke rêya yekane hilbijart, xwe seferberê rêya têkoşînê kir. Hêzên dagirker ne gihiştine armaca xwe. Ji bo em hêjayî hevrê Diyar Xerîb bibin em destûrê nadin, Kurdistan dibin dagirkeriyê de bimîne. Tevgera Apoyî tevgereke tolhildanê ye, bi Heqî û Kemalan destpê kiriye, bi Helmetan dewam dike. Em ê tola hevrê Helmet mîsoger hilînin.”

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat di merasîmê de axivî û got; “Em weke Hevserokatiya KCK’ê û Meclîsa PKK’ê û gerîlayan bixêrhatina we tevan dikin. Em ev êrîşa bêbext a li dijî hevrê Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn şermezar dikin. Em sonda tolhildanê didin. Ji ber hevrê Helmet pêşengê gelê Başûr û Netewa Demokratîk bû. Şagirtê berxwedêr ê Rêber Apo bû. Hevrê Helmet sembola netewî ya çar parçeyên Kurdistanê bû û keda wî li ser çar parçeyan hebû. Hevrê Helmet xeteke netewî li Kurdistanê pêşxist û sînorên dijmin danîbûn di dil û mejî û xebatên xwe de hilweşand. Em wî weke sembola yekîtiya netewî ya Kurd radigihînin.”

Besta Firat di dewama axaftina xwede diyar kir Diyar Xerîb alîkarê Ocalan bûye û got: “Hevrê, şagirt û alîkarê Rêber Apo bû. Di her mijarek de xeta Rêber Apo temsîl dikir. Serkirdayetiya hevrê Helmet li we tevan pîroz dikin. Di heman demê de li Rojhilata Navîn temsîliyeta xeta sêyemîn jî dikir. Ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya. Rêya sêyemîn a civakê temsîl dikir. Perwerdekarekî gelek jîr bû.

Şehîdbûna hevrê Helmet me gelek êşand û ji me re giran hat PKK şehîdên xwe ji xwere dike hêz û ji wana hêz digire. Piştî şehîdbûna hevrê Sîrwan xeta azadiyê pêşket. Em ê ji bo şehîdbûna hevrê Helmet jî şîn girê nedin, hêviya xwe qut nekin. Milyonan hevrêyên me hene û bi hezaran hevrêyên hevrê Helmet hene. Wê hemû şagirt û hevrêyên hevrêl Helmet, ji niha û pê ve wî bişopînin. Em ê hemû xelayên hevrê Helmet pêkbînin.”

Besta Firat xwedî derketina gelê Başûr li Endamê Konseya Serokatî ya KCK’ê jî pîroz kir û got: “Çend roje hun li ser piyanin. Em xwedî dekretina we ya li hevrê Helmet birêz silav dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê wê gelek Helmet derkevin. Em rêz li malbat û dayîka şehîd Helmet digirin. Hûn dixwazin em tola wan hilînin, em ê tola wan hilînin. Evê tenê bi cezakirinê re sînordar nemîne, wê tolhildana îdeolojîk, civakî, siyasî û rêxistinî jî were rakirin.”

Besta Firat di dawiya axaftina xwede xîtabê Xerîb û hevrêyên wî kir û got, “Hevrê Helmet, hevrê Şahîn û hevrê Dewran, em bejna xwe li ber we ditewînin. Em soz didin we, em ê tola t hilînin û xeyalên we pêkbînin, Rêber Apo azad bikin, ji bo demokratîkirina Başûrê Kurdistanê çi pêwîst be bikin. Te li dijî xiyanetkar û nokeran gelek xebat meşand, em ê berdewam bikin. Dirûşma me ‘Helmet’ e dijî dagirkeriya Tirk.”

Di merasîmê de peyamên oldarên Başûrê Kursitan û Tevgera Azadî jî hatin xwendin.