'Dixwazin baweriya Elewiyan tine bikin'

Aktîvîsta TJA'yê Hayriye Korkmaz diyar kir, êrişên li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan tên kirin bi destê dewletê ne û got, "Bi van êrişan dixwazin baweriya Elewiyan tine bikin."

Li Tirkiyeyê polîtîkayên çewisandin û neqebûlkirinê yên li dijî Elewiyan berdewam dikin. Her wiha bi destê AKP'ê Elewiyan dikin hedef û êrişî li dijî wan pêk tên.

‘JI BO ELEWIYAN ASÎMLE BIKIN KOMKUJÎ PÊK ANÎN’

Aktivîsta TJA Hayriye Korkmaz li ser zextên li dijî Elewiyan ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku polîtîkayên li dijî Elewiyan bi destê dewletê tên bi rêve birin û wiha axivî: “Em dizanin ev polîtîkayeke ku li tevahî Tirkiyeyê tê meşandin û xebateke bi destê dewletê tê kirin. Ji xwe bi sedsalan e ji bo Elewiyan asîmîle bikin, nasnameya û çanda wan tine bikin gelek komkujî pêk anîn. Komkujiya Dêrsimê, Mereş, Sêwasê, Gazî û wekî wan gelek komkujî hatin pêkanîn. Bi van komkujiyan û îşaretên li dîwar û deriyan didin wê nikaribin, me bitirsînin, îradeya me bişkînin. Em dibêjin ku bawerî teng nîne û gerdûnî ye. Berdin bila her kes, ziman, çand û ola xwe bi azadî bijî. Baweriya min di navbera min û yê ez afirandime de ye. Ti hincet û armanceke rayedarekî dewletê, kom an jî nasnameyên cuda tine bike nîne. Ne heqê wan e ne jî qanûnî ne. Divê dewlet jî tavilê di vê mijarê de bixebite, ji Elewiyan lêborînê bixwaze û baweriya Elewiyan bixe garantiyê.” 

‘DIXWAZIN BAWERIYA ELEWIYAN TINE BIKIN’

Korkmaz bilêv kir ku bi pirtûk û perwerdehiya sîstemê dewlet dixwaze baweriya Elewiyan tine bike û got; “Li Meletî, Îzmîr û Stenbolê malên Elewiyan hatin îşaretkirin û Elewî hedef hatin nîşan dan. Piştî vê îşaretkirinê li ser mal û dikanên Elewiyan êrîş çêbûn. Ev rewşeke bi polîtîkaya dewletê ve eleqedar e. Eger bi rastî di wan deman de dewletê mudaxele kiriba, îro em ê bi van encaman re rûbirû nehatibana. Ev tiştekî bêagahî nîne. Em dizanin di pirtûkan û pergala perwerdeyê de tê xwestin baweriya Elewiyan were tinekirin. Dixwazin pergala xwe ya baweriyê û tarzê xwe yê jiyanê li ser me ferz bikin. Em ê jî heta hebin, wî tarzê jiyanê yê li ser me ferz dikin qebûl nekin. Em ê bawerî û çanda xwe bidin jiyandin ê vê bidomînin. Li hemberî vê kî hebe em ê têbikoşin û em di vê de bi biryar in.” 

‘DIXWAZIN ELEWÎ KOÇ BIKIN’

Korkmaz destnîşan kir ku dewlet bi hedef nîşankirina Elewiyan dixwazin mirovên me koç bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji dîrokê heta niha zext û cewisandinên li dijî Elewiyan berdewam dikikn. Destpêkê li Meletî êrîş li ser Elewiyan pêk hat û malên wan hatin îşaretkirin. Piştre li Îzmîr û Stenbolê ev yek berdewam kir. Mirovên malên wan hatin îşaretkirin ne endamên tu sazî û partiyan de bû. Van mirovan cihê xwe dinava tu saziyan de nedigirtin. Ji ber vê yekê xwestin wan bitirsînin û wan neçarî koçberiyê bikin. Em hemû jî dizanînin, mirov ji cih û warên wan tên koçber kirin û cihê diçinê mal nabînîn û pirsgirêka debarê dijîn. Mirovên van êşan dijên, bawerî û nasnameyên xwe jî bi demê re ji bîr dikin. Her wiha bi civakê re nabin yek.”