Dîwana Edaletê biryara xwe ya li ser PKK’ê eşkere kir

PKK ji bo ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ên sala 2014’an û 2020’an derkeve doz vekiribû. Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar xwe ya di van dozan de eşkere kir.

PKK’ê li hemberî ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ ên di navbera salên 2014-2020’an a Konseya Ewropayê doz vekiribû. Di van dozan de biryar hate eşkerekirin.

Dîwana Edaletê di biryara xwe ya berê de diyar kiribû nabe ku PKK di lîsteyê de were hiştin lê Konseya Ewropayê her cara ku lîste hate nûkirin, bi heman argumanan PKK xist lîsteyê.

Di biryara nû de di çarçoveya lîsteya sala 2014’an de astengkirinên li ser PKK û di vê çarçoveyê de li ser sazî û dezgehan hatibû kirin, hatin betalkirin. Ji bo serlêdanên piştre jî bersivên neyînî dan PKK’ê.

Dîwana Edaletê di warê mesrefên dadgehê de jî biryar da ku divê her alî mesrefa xwe bide. Di şertên asayî de aliyê ku di dozê de bin ketibû divê mesrefên dadgehê bida. Bi gotineke din wê Komîsyona Ewropayê, Komara Fransayê û Hollanda mesrefên xwe bide.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin wê parêzerên PKK’ê piştî demeke kurt kom bibin, biryarê binirxînin û ew ê gavên ku biavêjin diyar bikin. Ji ber ku biryara Edaleta Dîwanê dikare biçe temyîzê. Biryara berfireh a dadgehê ji 260 xalan pêk tê.

SERBORIYA DOZÊ

Dewleta Elmanyayê di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK xistibû ‘lîsteya qedexeyan’ û di sala 2001’an de dema ku li DYE li dijî Du Kûleyan êrîş hatibû kirin, li dinyayê konsepteke nû ya ewlekariyê ketibû meriyetê.

Yekîtiya Ewropayê di Kanûna heman salê de, di çarçoveya feraseta "têkoşîna li dijî terorê" ya ku ji aliyê DYA ve hatibû ferzkirin, lîste amade kir. Bi vî rengî PKK di sala 2002'an de ket nava lîsteyê.

Ji sala 2014’an û vir ve li Dîwana Edaletê ya Ewropayê derbarê PKK’ê de gelek doz hatin kirin. Dadgehê bi biryara di dawiya sala 2018'an de lîsteyên di navbera salên 2014-2017'an de betal kiribû.

Ji ber vê yekê heyeta dadgehê argumanên ku PKK di lîsteyê de cih girtiye weke "têr nake" dîtibû û biryar dabû ku bi van hincetan nabe ku di lîsteyê de be.

Lê belê biryara Yekîtiya Ewropayê îtîrazê vê biryarê kiribû. Piştre Îngilîstanê di sala 2018’an de ji bo PKK di lîsteyê de bimîne, careke din serlêdan kir û di 9’ê Çileya 2018’an de bi heman argumentan PKK bi awayekî otomatîk dîsa xistin lîsteyê. Kurdan jî di 7ê Adara heman salê de li dijî lîsteya nû doz vekiribûn.

Îtîraza Konseya Ewropayê ya li hemberî biryara berê û dosyayên li dijî lîsteyên nû kirin yek û rûniştina yekemîn di 31'ê Adara 2022'an de hat kirin.

Di rûniştina 31'ê Adarê de Dîwana Edaletê rexne li Konseya Ewropayê girt û tevî betalkirina lîsteyên berê jî bi heman argumentan bertek nîşanî parastina "kopyeya yên berê" da.

BIRYARÊN LI SER LÎSTEYÊN SALÊN 2020-2021’AN DE WÊ DI NÊZ DE WERE DAYÎN

Tê payîn ku Dadgeha Edaletê ya Ewropayê di dozên ku PKK’ê li dijî lîsteyên piştî sala 2020’an vekiriye de jî biryarekê bide. Li gorî agahiyên hatine stendin wê biryar di 14’ê Kanûnê de were eşkerekirin.