'Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan'

Hevserok Nîmet Sezgîn bal kişand li ser êşkenceya ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edenê tê pêkanîn û daxwaz kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên pêkanîn û bên berdan. Sezgîn got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F û Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê li pêş Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji tecrîdê re na, bila daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin” hate vekirin de, parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên HDP’ê yên Edeneyê Mehmet Karakiş, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê û Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Çûkûrovayê Enver Guler û rêveberen wê û gelek kes beşdar bûn.

‘BILA GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’

Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn diyar kir ku di serî de tecrîda li Îmraliyê li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan ên zêde hene û got: “Girtîgeh eynika rêveberina welatekî ne, nêzîkatiya girtiyên siyasî, dide nîşandan ku welat çawa tê birêvebirin. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ku her roj belavî girtîgeheke din dibe û her ku diçe zêde dibe bi dawî bibe divê daxwaza girtiyên siyasî bêyî were dereng xistin bên pêşwazîkirin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş û girtiyên kal ên nikarin di girtîgehê de bijîn divê bên berdan.”

‘BÊHIQÛQIYAN BIDAWÎ BIKIN’

Sezgîn, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, ji 14’ê tîrmehê ve li dijî binpêkirinên mafan di çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan û bidorveger de ne û wiha berdewam kir: “Girtî ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev nikarin biçin nexweşxaneyê û mafê wan ê herî bingehîn tê xespkirin.

‘CENDERMEYAN PANKART ÇIRAND’

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî ku piştî Sezgîn axivî bal kişand ser binpekirinên mafan.

Cendermeyan, mudaxileyî axaftina Hatîmogûllari kirin, diyar kirin ku ji bo daxuyaniyê destûr nehatiye girtin û cihê daxuyaniyê qada cemaweriyê ye, pankarta di destê girseyê de çirand û hewl da bibin astengên dayîna daxuyaniyê. Her wiha cendermeyan hewl da xebatkarên çapemeniyê yên dîmen dikişandin jî asteng bike.

Girse bi dirûşmeya “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” ji ber girtîgehê çûn.