'Divê Ocalan bê berdan, Kurd weke aktorekî mezin bên qebûlkirin'

Encamnameya Konferansa 15. a Kurd ku 5-6'ê Kanûnê li Parlamenta Ewropayê hate lidarxistin, eşkere bû. Di encamnameyê de ji DYA, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate xwestin, ji bo berdana Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin.

15. Konferansa Kurd bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û Kurd" rojên 5 û 6'ê Kanûnê li Parlamenta Ewropayê pêk hat. Di çarçoveya konferansê de 30 qiseker li 5 panelan axivîn.

Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) ve hate organîzekirin û Çepa Yekbûyî ya Ewropayê - Kesk Çepa Skandînavyayê (GUE/NGL), Tifaqa Ewropa ya Kesk-Azad û Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû yên Ewropayê piştî dan konferansê.

DIVÊ AKTORÊN SIYASÎ PERSPEKTÎFÊN XWE YÊN SIYASÎ YÊN LI SER KURDAN BIGUHERÎNIN

Rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê, tecrîdkirina Ocalan, krîza li Rojhilata Navîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê, çareseriyên demokratîk ên ku Kurd ji bo aştî û aramiyê pêşkêş dikin, mijarên sereke yên konferansa îsal bûn.

EUTCC'ê di encamnameya konferansê de diyar kir, ew piştgiriyê didin wê yekê ku gelê Kurd ji bo xurtkirina aramiya li Rojhilata Navîn bibe aktorekî siyasî û piştgiriya ji bo hesreta Kurdan a aştî û aramiya li Rojhilata navîn wê aştiya global jî xurt bike. Di danezanê de hate gotin, "Şerê li herêmê xwedî dûvik taybetmendiyên karekterîstîk ên global in."

EUTCC diyar kir, girîng e perspektîfên siyasî yên aktorên Ewropî û global ên li ser Kurdan tavilê bên guhertin û ji van hêzan xwest ku Kurdan weke alî û aktorekî mezin ê li Rojhilata Navîn nas bikin. Di encamnameyê de ji bo Kurdan hate gotin, aktorekî bê dewlet ê ji bo aştî û aramiyê têdikoşe.

Daxwazên beşdarên konferansê jî bi 12 xalan hatin ragihandin:

EUTCC bang li saziyên Ewropayê, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Papa Francîs û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike, ji bo berdana Ocalan zextê li hikumeta Tirk bikin.

EUTCC, der barê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de bang li Konseya Ewropayê dike ku tedbîrên dîplomatîk,s iyasî û hiqûqî bigire ji bo Tirkiye neçar bimîne ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dixwaze, ji bo dîtina Ocalan tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê.

EUTCC ji hikumeta Tirk dixwaze, dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bîne, Birêz Ocalan weke dîlekî siyasî bibîne û di navbera dewleta Tirk û nûnerên gelê Kurd de danûstandinên aştiyê ji nû ve bide destpêkirin.

EUTCC silav û piştgiriyê dide Leyla Guven û hemû kesên din ên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

EUTCC, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo tavilê berdana Selahattîn Demîrtaş û banga Konseya Ewropayê ya di vî warî de nas dike (...) Di wê baweriyê de ye ku divê der barê Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên siyasî tedbîrên bi heman rengî bigire.

EUTCC biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi kêfxweşî pêşwazî dike ku gotibû, divê biryara hiştina navê PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê betalkirin. EUTCC bang li Yekîtiya Ewropayê dike ku PKK ji lîsteyê derxîne.

EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, DYA, Federasyona Rûsyayê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ava bûye dike, ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve weke binpêkirina normên navneteweyî û xaka Sûriyeyê bibînin, guhertina demografîk a Efrînê û deverên din ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin şermezar bikin û ji Tirkiyeyê bixwazin ku tavilê ji van herêman vekişe.

EUTCC bang li dewletên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dike, weke gava destpêkê ya çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin.

Ji hikumeta Tirk dixwaze, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an di nava şert û mercên azad û wekhev de pêk bîne û bang li Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dike ku ji bo Tirkiye li gorî şertên hiqûqî yên navneteweyî tevbigere, beriya hilbijartinê heyetan bişînin.

EUTCC jinên Kurd pîroz dike, ji ber ku weke modela demokratîkbûna Rojhilata Navîn li qadên civakî, siyasî, rêveberî û aboriyê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê bi roleke aktîf û xweser radibin.

EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê dike ku ji bo qedandina dagirkerî û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li herêma Kurdistana Iraqê, ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, zextê li dewleta Tirk bikin.

EUTCC, ji ber biryara ji nişka û kêfî ya ku axaftina Zubeyîr Aydar a li Parlamenta Ewropayê ya di konferansa me de asteng kir, xemgîn e û vê biryarê şermezar dike. Ev hewldana cihê xemgîniyê, înkarkirina lêgerîna li demokrasî, aştî û azadiya îfadeyê ye.