Katî Rikabî ku yek ji endamên Komîsyona Asayiş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê ye di daxuyaniya ku duh ji çapemeniyê re dabû de êrişên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê/Iraqê weke destdirêjî û dagirkerî nirxand û diyar kir: “Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û veguhastina hêzên bejahî li navxweya Iraqê zêde bûye. Bi rengekî ku niha hêzên wî welatî nêzî navenda parêzgeha Duhokê bûne."
Rikabî rexne li bêdengiya hikumeta Iraqê digre û dibêje ku ew bêdengiya li hemberî destwerdanên Tirkiyeyê kiriye ku ew welat zêdetir çavê xwe berde xaka Iraqê û destwerdanên xwe yên leşkerî zêdetir bike.
Katî Rikabî di dewama daxuyaniyê de bal dikişîne ser binpêkirina mafê cîrantiyê ya ji aliyê dewleta Tirk û radigihîne: “Tirkiye di destwerdanên ku dike de mafê hembawerî û cîrantiyê nagire berçavan, lewma divê hikûmet ji bo astengkirina destdirêjiyên Tirkiyê rêyên nû peyda bike û wek temaşevanekî li xelkê ku ji ber dagirkirina navçeyên wan ya ji aliyê Tirkiyê bi êş û bêbextiyê re rû bi rû mane temaşe neke."