‘Divê demildest rojnamevanên hatine destgîrkirin werin berdan‘

Konseya Çapemeniyê têkildarî destgîrkirina rojnamevan a li Amedê daxuyaniyek da û got: “ Destgîrkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin û divê demildest rojnamevanên hatin destgîrkirin serbest werin berda.”

Konseya Çapemeniyê têkildarî destgîrkirina 20 jê rojnamevan bi giştî 21 kesan a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuaniyê de hat xwestin ku rojnamegerên destgîrkirî di zûtirin demê de bên berdan û ev tişt hatin gotin: “Heke delîlên şênber li ber dest nebin, divê rojnamevan ji azadiya xwe neyên mehrûmkirin. Divê lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin demek beriya demekî bi dawî bibe.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Duh li Amedê gelek rojnamevan hatin destgîrkirin û îro jî di çalakiya sendîkavanan a li pêşiya TUÎK’ê de gelek rojnamevan ku çalakî dişopandin hatin astengkirin. Rojnamevanê ku şahidiya bikaranîna mafê herî demokratîk ê gel û rêxistina civaka sivîl dikirin, rastî nêzikatiyeke dermirovî hatine û hatin astengkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Karê rojnamevanan, çêkirina nûçeyan, parastina mafê agahîgirtinê ya gel û zanîna rastiyan e. Divê di zûtirin demê de dev ji tawanên xwe yên weke ‘terorîst’ û ‘teror’ ên li rojnamevanan tên kirin berdin.”