‘Divê Dadgeha Bingehîn doza girtina HDP’ê red bike’

Erbaş ê HDP’yî diyar kir divê Dadgeha Bingehîn doza girtina HDP’ê red bike, bang li hêzên demokratîk kir ku li HDP’ê xwedî derkevin û got,’’An na dibe ku sibe dor were ser we jî’’

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî yê HDPê Hiqûqnas Dogan Erbaş diyar kir doza girtina HDP’ê dozeke li dijî dahatuya demokratîk a Tirkiyê, jiyana hevpar a demokratîk û pirengiya siyasî ya Tirkiyê ye û got xwedîderketina li HDPê ne tenê xwedîderketina li HDP’ê lê her wiha xwedîderketinya li dahatuya demokratîk a Tirkiyê ye jî.

Erbaş diyar kir doza girtina HDPê bi çarçoweyeke hiqûqî nikare were pênasekirin, wan ev bi berfirehî bi raya giştî re par ve kirine û got di pêşparastina xwe de ew piranî li ser wê sekinîne bê ka çima divê îdianame were redkirin. Erbaş got, “Li gorî me Dadgeha Bingehîn bêyî ku bikeve nav mijar esasî dikare red bike .Îdîanameya pêşî ji hêla dadgehê ve hatibû redkirin. Niha jî Dadgeha Bingehîn ku bixwaze dikare vê biryarê bide.’’

Erbaş destnîşan kir li nav endamên Konseya Ewropayê girtina partiyan tenê li nav Tirkiyê heye, biryarên DMME’yê ya li ser dozên girtina partiyan bi bîr xist. Erbaş diyar kir DMME li ser hemû biryarên girtinê gihaştiye encama ‘binpêkirinê’ û got, ‘’Ango dibêje biryarên girtinê yên li Tirkiyê li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, hiqûqa gerdûnî û jiyana siyasî ya demokratîk e.’’

Erbaş diyar kir yek ji argûma girîng a doza girtinê, ku li gorî HDPê yek ji valahiya herî girîng e, ew e ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bûye mijara darizandinê û got, ‘’Daxuyaniyên wekîlên me ku wê demê li ser navê partiyê peywirdar bûn, axaftin, têkiliyên ku danîn, hin serdan, piştî bi salan niha bi rengê argûmanên doza girtinê dertên pêşberî me. Di parastina xwe de bi berfirehî em li ser vê sekinînin. Wê demê qanûnek hate derxistin, qanûnaa bi hijmara 6551’an, ku li nav raya giştî weke ‘Qanûna Çarçoweyê ya Pêvajoya Çareseriyê’ dihate binavkirin. Vê qanûnê armanc dikir çi kesê ku wê demê peywirdar bûn ji her alî ve biparêze, xebatên ku têne kirin nebin mijara darizandinê. Niha dibe mijara darizandinê. Li ser navê dewletê û hikûmetê gelek aktor hebûn, Serokwezîr, Serokkomar jî di wê pêvajoyê de cih girtin. Mirov tenê aliyekî bike sedema gunehan ne tenê ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê exlaqî, ûcdanî û rêgezî ve jî dibe kemîn, komplo.’’

Erbaş bal kişande ser rola kilît a HDP’ê ya di nav siyaseta Tirkiyê de û got, ji bo hemû problemên Tirkiyê partiya wan xwedî pêşniyarên çareseriyê ye. Erbaş wiha axivî:

‘’HDP van salên dawî di nav siyaseta Tirkiyê de hate cihekî girîng. Li Tirkiyê dahatuyeke bêyî HDP’ê nikare were sêwirandin. Di nav du blokan de vebijêrkeke sêyemîn e. Partiyeke wiha ye ku di çareseriya demokratîk a pirsa Kurd de jêneger e, bi rêya muzakereye ya li ser aştî û diyalogê partiyeke wiha ye ku ji bo çareseriya pirsa Kurd dikare bi her alî re bide û bistîne.”

Erbaş got li dijî doza girtinê dive hêzên demokratîk li dora HDP’ê kom bibin û got, ‘Heke li dora HDP’ê kom nebin dibe ku dor were wan jî, êrîşê bînin ser wan jî .Weke mijara eyûm. Divê mirov diayr bike doza girtina HDP’ê dozeke li dijî dahatuya demokratîk a Tirkiyê, li dijî jiyana demokratîk a hevpar a gelan û pirrengiya siyasî ya Tirkiyê ye. Doza girtinê kengî wê çawa bi encam bibe niha hê zû ye ku mirov tiştekî bibêje. Xwedîderketina li HDP’ê xwedîderktina li dahatuya demokratîk a Tirkiyê ye.’’