'Divê bê pirsîn, bê çima mirov xwe birçî dihêlin'

Endama TUHAY-DER a Herêma Marmarayê Yuksel Gozde bal kişand ser xemsariya raya giştî ya li pêşberî greva birçîbûnê û got, "Mirov çima bedena xwe didin ber birçîbûnê? Bersiva vê pirsê bersiva li pratîka dewletê ye."

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger ku li dijî tecrîdê û zextên li girtîgehan tê lidarxistin, dewam dike. Greva birçîbûnê ya ku 20'ê Mijdara 2020'î dest pê kir, li 120 girtîgehên li Tirkiyeyê belav bû. Çalakiya greva birçîbûnê ku pênc rojan bi dorvegerî dihate kirin, piştî 14'ê Tîrmehê veguherî 15 rojan carekê bi dorvegerî.

Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Herêma Marmarayê (TUHAY-DER) Yuksel Gozde anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan bi grevên birçîbûnê re zêdetir bûne, lê belê ji bilî çend sazî û malbatên girtiyan, kesî bala xwe nedaye ser mijarê. Yuksel Gozde diyar kir ku wan her tim banga giştî kirine û got, "Rêxistinên civakî yên sivîl divê bi hesasiyet nêzîk bibin. Komîteyên şopandina girtîgehan hene. Hefteyê carekê daxuyaniyan didin, em van girîng dibînin. Lê belê ev deng divê bê bilindkirin. Divê bandorê li derve bike. Malbat ya pêwîst dikin, lê belê banga wan jî li tevahiya civakê ye. Dibêjin, 'bi wijdan tevbigerin'."

Yuksel Gozde bal kişand ser pêvajoya 2010-19'an û bi bîr xist ku mîna wê demê niha jî li pêşberî grevên birçîbûnê û daxwazên têne kirin xemsarî heye. Yuksel Gozde ragihand ku bi navê saziyê ew tim û tim serdana wan malbatan dikin ku zarokên wan girtî ne, malbat jî di heman mijarê de gilî û gazinan dikin. Yuksel Gozde destnîşan kir, grevên birçîbûnê yên bi meseleyeke civakî dest pê kir, divê di asta civakî de jî deng vede.

Yuksel Gozde li ser grevên birçîbûnê ku li Tirkiyeyê serê çend salan carekê dest pê dikin, wiha axivî: "Du sê salan carekê grevên birçîbûnê dest pê dikin. Berpirsyarê vê jî dewlet e. Her wiha xemsarî jî weke pirsgirêkeke cidî li holê ye. Di pêvajoyên 2018-19'an de hestewariyeke mezin hebû. Xwedîderketin hebû, lê belê di vê pêvajoya dawiyê de mirov nikarin qala heman hestiyariyê û tevlîbûnê bikin. Li holê sûcek heye, lê civak bêdeng e. Pejirandin tiştekî bi vî rengî ye. Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û ev yek bandorê li zindanan û tevahiya qadên civakê dike. Ya ku divê bê kirin xwedîderketina li vê pêvajoyê ye. Li Îmraliyê çi diqewime, li zindanan çi diqewime? Çima mirov bedena xwe datîne ber birçîbûnê? Bersiva li van pirsan bersiva li pratîka dewletê ye."

Yuksel Gozde bal kişand ser aliyê wijdanî yê mijarê û diyar kir ku mirovên ketine greva birçîbûnê roj bi roj bedena wan dihele, ji aliyê wijdanî ve ev yek nayê qebûlkirin. Yuksel Gozde diyar kir ku yek ji sedemên xemsariyê jî tirs e, ji ber ku AKP'ê tirs berdaye nava civakê, lê belê ev yek ne sedemeke ji bo xemsariyê û got, "Eger em tirsê ji holê ranekin, eger em bi wêrekî tevnegerin dibe ku rewş hîn bêhtir nebaş bibe. Sîstem, rejîm ev yek daniye ber xwe. Dibêje 'neaxive, nezan be' û dawiya dawî jî hema bêje muxalîf jî nema. Ev mirov wê çawa dengê xwe bidin bihîstin? Ev jî pirsgirêkeke cidî ye. Beriya her tiştî divê xwedî li wan bê derketin. Naxwe wê metirsiyên mezintir rû bidin."

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ GIRANTIR BÛ

Yuksel Gozde têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan ku ji wan re hatine ragihandin, ragihand ku qadên hevpar hatine girtin, girtî hîn jî nikarin tevlî hevdîtina vekirî bibin û têkiliya navbera koxûşan hatiye birîn. Yuksel Gozde destnîşan kir ku bi polîtîkaya îzolasyonê girtiyên nexweş gelekî zerar dîtine û got, "Nayên dermankirin. Bi hinceta şewbê bi vî rengî nêzîk dibin. Pirsgirêkên tenduristiyê girantir bûn. Derziya destpêkê li wan hatiye xistin, lê derziya duyemîn hinekî hatiye kirin. Malbat bi fikar in. Nayê qebûlkirin ku zarokên wan li pêş çavên wan bihelin. Di vê mijarê de gilî û gazin ji raya gitşî û Wezareta Edaletê tê kirin."

EM NEÇAR IN BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN

Yuksel Gozde ji bo hestewarî û berpirsyariyê bang kir û got, "Wezareta Edaletê soz dabû. Em ji vir jî bang dikin ku soza dane bila bi cih bînin. Cidiyeta dewletê vê yekê ferz dike. Em ji hesta berpirsyariyê dûr ketin. Di asta civakî de rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û rewşenbîran jî berpirsyariya xwe bi cih neanîn."

Di dawiya axaftina xwe de Yuksel Gozde destnîşan kir ku divê dawî li vê rewşê bê anîn û ew bibin dengê girtîgehan.