Dîtina Dadgeha Bilind ya derbarê esasê de ji HDP’ê re hat ragihandin

Dadgeha Destûra Bingehîn, dîtina Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn a têkildar Doza Girtina HDP'ê, ji partiyê re ragihand.

Venêrîna Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, teblîxî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.

Şahîn, di 29'ê Mijdarê de parastina xwe ya derbarê esasê de ji Dadgeha Destûra Biingehîn (AYM) re şandibû. Dadgeha Destûra Bingehîn jî îro berî mesaî bi qede bi deh deqeyan, saet di 16.50'î de ji Navenda Partiyê ya Giştî re hat şand.

Du zerfên ku dîtina Şahîn a derbarê esasê de tê de hebûn hatin teblîxkirin. Dîtina derbarê esasê de ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji 41 rûpelan pêk tê.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bekîr Şahîn, di dîtina xwe ya derbarê esasê de daxwaza xwe ya ji bo HDP'ê dubare kiribû.

HDP'ê xwestibû parastina têkildarî girtina partiyên siyasî de ji Serdozgeriyê re şandibû. Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir. Her wiha daxwaza HDP'ê ya ji bo redkirina dadger a ji bo endamê AYM'ê Îrfan Fîdan jî hat redkirin.

Piştî teblîxkirina dîtina derbarê esasê de ger HDP di nava mehekê de doza wext bike, wê karibe parastina xwe ya derbarê esasê de berpêş bike.

Paşê li gor dîroka hatiye diyarkirin, wê Serdozger Bekîr Şahîn bi devkî û rayedarên HDP'ê jî bi devkî parastinê bikin.

Piştî vê jî wê raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn agahî û belgeyên têkildarî dozê berhev bike. Di vê pêvajoyê de wê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP karibin delîlên pêvekî berpêş bike. Piştî raporê li endamên Dadgeha Bilind bê belavkirin, wê Serok Zuhtu Arslan jî ji bo civînê rojê diyar bike û endam jî di roja hatiye diyarkirin de li hev kom bibin û daxwaza ji bo girtinê nîqaş bikin.

Herî dawî wê heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji 15 kesan pêk tê, biryarê bide. Wê ji 3 parên endaman 2 par biryarê bidin. Biryara bê dayşn jî wê teblîxî partiyê bê kirin û di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Piştî biryar di Rojnameya Fermî de bê weşandin, kesên hatine diyarkirin bûne sedema girtina partiyê heya 5 salan nikaribin di nav partiyeke siyasî de cih bigirin.