Dîmenê çekên di çalakiya li Geliyê Elî Dirêj ên li ser dijmin hatin rakirin

Gerîla TV dîmekê çekên li ser leşkerên artêşa Tirk a di çalakiya gerîla ya 31'ê Gulanê ku li geliyê Elî Dirêj ê Sîdekanê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk hate kirin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû ku roja 31'ê Gulanê li geliyê Elî Dirêj ê herêma Sîdekanê, hêzên gerîla 'Yekîneyeke Veşartî' ya artêşa Tİrk şopand û piştre lê dan.

Di dîmenên Gerîla TV parvekirî de çekên li ser leşkerên Tirk tên kuştin, tên rakirin. Gerîla TV bi dîmenekê çekên li ser dijmin hatî rakirin radixe ber çavan.

Di çalakiya 5 leşker hatin kuştin de, 2 çekên HK-33, çekek BKC, Dûrbîneke ya roj, cîhazeke ya tesbîtkirina hedefê û gelek amûrên leşkerî hatin rakirin.

Dîmenê çekên hatin rakirin: