Dilpak bû şehîd ket?

Porên te ketin erdê Dilpak, serê wan gihiştin xaka Heftanînê, ruhê te gihişte pîroziyê? Rêya te vekirî, meşa te bêhnvedanek dirêj be, ji ber ku tu ber bi stêran dibezî!

Dilê te gihişte erdê? Ka rabe bigirim destê te, ji zinarên Xantûrê bibezîn ber bi asîmanan. Ber bi wê roja ku her sibehê cuda hil tê. Tu dizanî; her rojê esmanên Xantûrê bi rengekî dixemile. Şînokî, sorî, û spî… bide destê xwe dilê xwe yê westayî himêzî dilê min bike, bi hev re biçin coşa devera Geliyê Zapê yê lê mezin bûyî. Were em Brûsk, Harûn, Ararat û Uveş himêz bikin; bekî hesreta heskiriyên xwe mabî. Hê tu negihayî xweşikiyên Heftanînê. Were binêre, Heftanîn renga reng bûye, çawa ava wê bi coş e, xaka wê nerm e. Wê lingên te zû fêr bibe, tu nakevî. Wê îro roj hinavê me germ bike heta dişewite, were li pêşberî ciwaniya baweriyê bikeve silavê.

Porên te ketin erdê Dilpak, serê wê gihiştin xaka Heftanînê, ruhê te gihişte pîroziyê? Ew ruhê te yê pak, li her tiştî bişirîn, ew ruhê te yê li pêşberî her bê edaletiyê radibû serhildanê. Gelo dilê te westiya Dilpak? Wê demê tu hinek razê, alê radestî hevrêyên xwe bike, ala ku te xwîna xwe lê dayî dirêj bike ku li çiyan bi hildîn. Bikin qîr û hewar bêjin; “Ey çiyayên mezin ê me ciwanên xwe yên herî bedewa di oxira te de da, ji bo azadiya te em li vir in!” Xwe li ber bayê berdiin, piştre bibin tov û bikevin ser axa te çiya. Li çiyan gul hê berxwedêrtir û ciwan in. Binêre ji bo wê çiya ti demê zuha nebûye. Ne bombeyan karî çiya zuha bike ne jî postalên faşîstan, ji ber ku darên ciwan ên bihêz hebûn, tovên ciwan ên bihêz hebûn li bendêd bûn ku bên reşandin…

Ji salên herî reş ên Kurdan sala 1999’an li Kobanê Dilpak li Kaniya Kurdan hatiye dinê. Bi navê Cina ku dayika wê bang dike. Hê temenê biçûk her tişt ji dayika xwe fêr bûye heskirina welat, girêdana bi xakê û xwedî derketina li hevrêyên xwe. Di salên destpêkê de ku şoreşa Rojava ji nû ve geş dibû, kevir dabû destê xwe û avêtibûn zalim û êdî nerawestiyabû. Ev rabûn heta çiyayan jî dom kir û renek din li rengên rabûna ciwanan zêde kiribû û herikî bû Zapê.

Şer li kû be gerîla li wir e. Vîna berxwedêr li kû be gerîla li wir e. Zorî li kû be gerîla li wir e. Xweranagire li pişt mayînê û şopandinê. Dilpak jî xwe li vê ranedigirt û kete ser rêya Heftanînê. Dema ku gihişte Heftanînê navê Viyan Soran a navê ruhekî fedayî digire. Ew Dilpaka ciwan, bi dilê xwe yê pak bi fedayîtiya Viyanê re dibe yek û diçe Xantûr. Her ku Xantûr nas dike, hez dike, tê girêdan. Ji bo wê Etrûş, Za û Kela Bedeve tîne bîra wê. Her ku himêz dike hez ji Xantûr dike. Li Xantûr a mekanê bazan a bûye cihê berxwedana mezin a Cenga Heftanînê.

Dilpak a çav mezin û dengê xweş, gerîlaya di pêvajoya herî berxwedêr a Kobanê de tê dinê, rêya te vekirî be, meşa te bêhnvedanek dirêj be, ji ber ku tu ber bi stêran dibezî!