Dildarên kevirê Kehrîbarê li Amedê li hev dicivin

Kevirê Kehrîbarê, ji benîştê daran ê bûye fosîl pêk tê û di nava gel de weke 'kevirê bi şîfa' tê binavkirin. Dilê bazara vî kevirî, dawiya her hefteyê li Amedê lê dide.

Li ve bazara Kehrîbarê ya li Amedê tê danîn, tizbiyên cihêreng, hingulîsk û kolyeyên rengîn ên ji kevirê Kehrîbarê tên peydakirin. Buhayê wan ji 200 lîreyê dest pê dike heta 7 hezar dolarî zêde dibe. Mirovên nexweşê kevirê Kehrîbarê ne, ji tevahiya bajarên herêmê tên û di dawiya hefteyê de li Amedê li hev dicivin.

Rojên Şemiyê, li bexçeyekî çayê ê li kêleka Mizgefta Mezin a Amedê, ku ji aliyê gelek mirovan ve nayê naskirin, bazara Kehrîbarê tê danîn. Baldarên Kehrîbarê yên ji Erzîrom, Mêrdîn, Edene, Meletî, Agirî, Wan û Bedlîsê tên, li vê derê Kehrîbarên xwe yên rengîn nîşan didin.

Di nava van kevirên Kehrîbarê de, ya herî hêja û buha Kehrîbara bi navê 'dilop' e, ku di navê de fosîlê kêzikan hene.

Dezgehên Kebrîbaran her rojên Şemiyê li Mala Çay a Diyar tên danîn. Hin hene Kehrîbarên xwe tînin li vir difiroşin, hin jî ji bo kirînê tên vê bazarê.

Ligel vê bazarê, li Amedê gelek kargeh hene ku li van deveran tenê tizbî ya jî kolyeyên ji Kehrîbarê hene.

Kehrîbar jî li gorî reng, nav û cureyê xwe, buhayê wan hene. Kehrîbar hene ku bi 200-300 lîreyî tên firotin. Lê buhayê Kehrîbara 'dilop' a rastî, ji 2 hezar dolarî dest pê dike. Buhayê yek ji van 7 hezar dolar e.

MÎRATEYA JI BO ZAROKAN

Yilmaz Kiliç tîne ziman, ku ew dawiya her hefteyê roja Şemiyê ji bo bazara Kehrîbarê ji Rihayê tê vê derê û dibêje, ew bi malbatî dildarên Kehrîbarê ne: "Li Rihayê dikana me heye. Her hefte têm vê derê û eger berhemên nû hebin, dikirim. Ev nexweşiyek e. Em bi malbatî baldarên vî kevirî ne. Tizbî û kolyeyên me yên cihêreng ên Kehrîbarê me hene. Ji van, yên herî hêja em li mala xwe dihêlin û nafiroşin. Weke mîrate em ji zarokên xwe re dihêlin." Kiliç her wiha îdîa dike, ku kevirê Kehrîbar ji bo tedawiya gelek nexweşiyan baş e.

KEHRÎBARA BI FOSÎL HERÎ ZÊDE BALA EWROPAYAN DIKIŞÎNE

Abdulkadîr Bûlût ê ji Edeneyê hatiye, dibêje ku ji bo danê sibehê li bazara Kehrîbarê ya li Amedê bin, ew bi şev ji Edeneyê bi rê dikeve û şevê li Amedê li otelê dimîne. Bûlût dibêje, "Her ku dema min hebe, ez dawiya hefteyê têm vê derê. Li vê derê kolye, tizbî, hingulîskên Kehrîbarê, her wiha kevrê Kehrîbar bi xwe, dema bi buhayekî li gorî xwe dibînim, dikirim. Piştre dişînim Stenbolê. Li wir jî yên herî hêja, bi taybetî yên ku fosîlên kêzikan di nava wan de hene, ji Ewropayê re tên firotin."