Dîlan Taşdemîr: Pêkanînên salên 90’î hatin nûkirin

Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku dewlet di warê çandî de polîtîkaya tasfiyeye dimeşîne û got, "Polîtîkaya asîmîlasyon, tunekirin û zextê ya ku me di salên 90'î de dît, îro hate nûkirin."

Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkîldarî qedexekirina konser, şano û gelek çalakiyên cuda yên hunermendên Kurd axivî û weke jinûve pêkanîna kiryarên salên 1990'î nirxand.

Dîlan Taşdemîr da zanîn ku her çiqas Kurdî bi awayekî fermî neyê qebûlkirin jî li qadên taybet xwe diparêze û ziman di warê çandî de zindî dimîne û got, ji ber vê yekê dewlet van destketiyan dike hedef. Taşdemîr anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya faşîst ji ber ku nikarin qala aştî, azadî û demokrasiyê bike, bi şîdetê û zextê hebûna xwe diparêzin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Diyet Taşdemîr, qedexeyên siyasî û çandî û pêkanînên tasfiyekirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji ANF'ê re nirxand.

SIYASETA TINEKIRINA ÇANDÊ YE

Taşdemîr diyar kir ku polîtîkaya îmhayê hem di aliyê çandî û hem jî di aliyê siyasî de tê meşandin û wiha got: “Ev demek e li hemberî muxalefetê bi taybetî li ser Kurdan polîtîkaya tinekirinê û helandinê tê meşandin. Ew ne tenê ji siyasetê bêbandor dike. Herî zêde jî di warê çandî de polîtîkayê tinekirinê pêk tîne. Jixwe bi salane zext û qedexeyên mezin li ser ziman, çand û kevneşopiya Kurdî hene. Her cureyê asîmîlasyonê bikaranîn. Li hemberî van hemû polîtîkayên asîmîlasyon û êrişê, Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan. Vê berxwedanê hin destketî jî bi xwe re anî. Hem di rêveberiyên herêmî de, hem di warê çandî de, hem jî di warê hişmendiyê de pêşketin çêbû. Her çiqas zîhniyeta qedexeker bi awayekî fermî Kurdî qebûl nekiribe jî zimanê Kurdî bi awayekî cuda li qadên taybet hebûna xwe didomîne.”

HUNERMENDÊN LI BER XWE DIDIN JI NEDÎTÎ VE TÊN

Taşdemîr bi bîr xist ku konserên hunermendên Kurd ên wekî Aynûr Dogan, Mem Ararat, Metîn-Kemal Kahraman dem bi dem tên qedexekirin û got, “Di demên dawî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo parastina hegemonyaya xwe veguherîne hêzeke siyasî ya zordar, ev êrîş zêde kirine. Siyaseta asîmîlasyon, tinekirin û mêtingeriyê ya ku me di salên 90’î de jiya, îro hat nûkirin. Konserên muzîkjenan tenê ji ber ku bi kurdî stranan dibêjin tên qedexekirin û konserên jinan jî weke bêexlaqî tê dîtin. Berê bixwe jî digotin ku her çend 20 sal in li ser desthilatdariyê de bin jî, di warê çandî de nikarin bibin desthilatdar. Di warê çandî de ji ber ku nikarin hebûna xwe nîşan bidin li hemberî huner, wêje û muzîkê astengî derdixin û dibin bend. Ew hunermendên ku di warê aborî de serî li ber dewletê natewînin, paşguh dike. "

RASTIYA DESTHILATDARIYÊ DERKET HOLÊ

Taşdemîr da zanîn ku AKP’ê çîrokeke ku ji civakê re bêje tineye û got, “Ne di wê pozîsyonê de ye ku behsa aştî, azadî, demokrasiyê bike. Ji ber vê jî partiyeke ku bi şîdetê hebûna xwe ava dike û tundiya xwe tûj dike. Di 7’ê Hezîranê de ji sala 2015’an heta niha em dibînin ku beriya hilbijartinan êrîş gelekî tundtir bûne. Niha salek ji hilbijartinê re maye û nîqaşên hilbijartinên pêşwext berdewam dikin. Hikûmetek heye ku dizî, gendelî, talan û siyaseta mafyayê dike û bi awayekî cidî van têkiliyan eşkere dike. Ji bo vê qrîza giran a ku tê de ye ji holê rake, bi operasyonên dervî sînor, şer û êrîşên li dijî HDP'ê hewl dide hemû dînamîkên ku weke gef dibîne ji holê rake.”

Taşdemîr destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî weke hemû cîhanê siyaseta şer serdest e û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo hebûna xwe bidomîne pirsgirêka Kurd dixitimîne û wiha dewam kir: “Mixabin hîn li Tirkiyê û li cîhanê tevgereke xurt a aşitiyê tine. Li cîhanê zîhniyeta populîzm, rast, zilam-serdest, şerker serdest e. Ji ber vê yekê ev krîz weke krîza kapîtalîzmê tê nîşandan. Li Tirkiyeyê dînamîkek ku bi kodên damezrandina komarê re rû bi rû bimîne û behsa aştiyê bike nîne. Yên li berxwe didin Kurd û sosyalîst in. Dema ku di 7’ê Hezîranê de siyaseta aştiyê derket holê, AKP-MHP’ê dît ku weke niha bi hêsanî nikarin çavkaniyên welêt bidizin û talanê bikin. Desthilatdariya ku xwe di xitimandinê de, bi neteweperestiyê afirandiye, naxwaze van derfetan winda bike."