Dikandar û welatiyên Iraqê malên Tirk boykot dikin

Xelk û dikandarên Iraqî, li Bexdaya paytexta Iraqê û bajarên din ên welêt dest bi boykotkirina malên Tirk kirine. Hin dikanên li Bexdayê, broşur û pankartên li ser boykotkirina malên Tirk nivîsandî bi dikanên xwe ve kirine.

Nerazîbûnên li dijî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Perex ya Zaxoyê li ser asta navxweyî ya Iraqê dewam dikin. Li gelek bajarên Iraqê welatiyan dest bi boykota kelûpelên malên Tirkiyeyê kiriye.

Di çarçoveya vê boykotê de xwediyên dikan û marketên Bexdayê pankartên ji bo boykotkirina malên Tirk bi dikan û marketên xwe ve kirine.

Çend roj berê odeyên bazirganiyê yên Diyala û Bexdayê banga boykotkirina kelûpelên Tirkî li bazirgan û welatiyan kiribûn.