‘Dijmin çi bike bila bike wê nikare vîna gelê Kurd bişkîne’

Gerîlaya YJA Starê Viyan sema Aydin a têkildarî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî got: “Gerîla bi vîneke mezin, li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Dijmin çi bike bila bike, wê nikaribe vîna gelê Kurd û gerîla bişkîne.”

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a ji 23’yên Nîsana 2021’ê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin dewam e. Gerîla YJA Starê Viyan Sema Aydin a li Avaşîn têkoşînê dike, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla nirxand.

Gerîla Sema Aydin bal kişand ser operasyona dewleta Tirk a dagirker û got: “Operasyona artêşa Tirk a dagirker ku 23’ê Nîsanê dabû destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe didome. Dewleta Tirk pişt daye tenknîkê û êrîşên xwe li qadên gerîla dike. Gerîla bi biryardarî û vîna xwe li dijî êrîşan li ber xwe dide û têkoşînê dike.

‘DIJMIN BI ÊRÎŞAN WÊ NIKARE VÎNA GELÊ ME BIŞKÎNE Û ME TINE BIKE; SERKETIN YA GEL Û GERÎLA YE’

Partiya me partiyeke ya şehîdan e. Partiyeke ya berxwedanê ye. Dijmin çi dike bila bike, wê nikare vîna gelê Kurd û gerîla têk bibe. Di serî de li Îmralî li her kûçe, kolan û qadên gerîla berxwedanek xurt tê kirin. Dijmin nikare bi êrîşên xwe vîna me bişkîne û me tine bike. Bila dijmin baş bizane, heta dawî em ê li dijî wê şer û têkoşînê bikin. Serketin wê her tim ya gelê me û gerîla be.

Weke hêzên Avaşîn me bi têkoşîna Serhet û Ekînan destpê kir, em ê vê berxwedanê jî bi ser bixînin. Hêzên jin li qada Avaşîn li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin dike. Dagirker dixwaze vîna jinê bi êrîşan bişkîne, lê wê bi ser nekeve.

Rêber Apo bi tekoşîn û vîna xwe ev tekoşîna niha em dimeşînin pêk anî. Heta dawiyê jî em ê têbikoşin.

‘GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI HEMÛ QADAN BI ROLA PÊŞENGTIYÊ RADIBIN’

Operasyon destpêkirî heta niha jin li hemû qadê li ber xwe didin. Gerîlayên jin bi çalakiyên xwe yên taybet û çekên giran cihê xwe di berxwedanê de girtin. Gerîlayên jin bi çalakiyên xwe yê sekvanî, giran û navîn rolekî xurt lîstin. Bi vê têkoşîna xwe gav bi dijmin bi şûn ve da avêtin. Heta ku gelê me bi me re be, em ê vê têkoşînê bi serketî encam bikin.

‘DIJMIN JI TIRSA NIKARE NÊZÎ TÛNELÊN ŞER BIBE’

Yên ku li vir şer dikin, ne tenê leşkerên Tirk in. Dewleta Tirk hêz û çeteyên li Rojhilata Navîn yên li dijî Kurdan û dijminahiya Kurdan dike, kom kiriye û li dijî me dide şerkirin. Hevrêyên me li tûnelên şer berxwedaniyeke pir mezin li dijî wan dide kirin. Wisa lê hatiye ku dijmin êdî nikare ji tirsa xwe nêzî tûnelên şer bike. Kûçikan kamere li ser girê didin û dişînin hundirê tûnelan. Ev yek tirs û xofa leşkerên Tirk a li ber gerîla bi vekirî dide nîşandan. Tirsa wan a herî mezin ew e ku ji aliyê gerîlayên jin ve bên kuştine. Gelek leşker ji aliyê hêzên YJA Sterê ve hatine kuştin. Bila dijmin ji bîr neke gerîlayên jin wê qet gav bi şûn ve nede avêtin, heta dawî bi baweriyeke mezin wê li hemberî wan şer bike, têkoşînê bi ser bixe.

Ev tevger tevgerekî jinê ye. Artêşa me ya jin heta dawî li hemberî dewleta Tirk li ber xwe daye û têkoşîn kiriye. Pêngava Bazên Zagrosê bi serketina Ekîn, Asya, Sarya, Rûken, Serhed û Zaferan destpê kir, wê bi berxwedana wan jî bigihêje serketinê.”