NÛ BÛ-Di terora AKP’ê ya li Pirsûsê de 5 kes mirin

Hejmara kesên di encama gule reşandina namzetên AKP’ê ya li navçey Pirsûs a Rihayê de gihişte 5’an.

Hejmara kesên di encama gulereşandina namzetê AKP’ê yê navçeya Pirsûs a Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê li ser gotin esnafê bi navê Haci Esvet Şenyaşar ê ‘Em deng nadin we’ de gihişte 5’an.

Di bûyerê de Kurê Hecî Esvet Şenyaşar Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest da, 2 birayên wî jî rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hecî Esvet Şenyaşar ê di bûyerê de hate derbkirin jî, dema ji bo li nexwexaneyê serdana zarokên xwe bike, ji komeke namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de hate derbkirin.

Li gorî agahiyên ji nexwexaneyê hatin girtin, Hacî Esvet Şenyaşar li ber deriyê nexweşxaneyê hate lînçkirin û hate diyarkirin ku kurê wî Mehmet Şenyaşar ê bi awayê birîndar li nexwexaneyê bû bi tupa oksîjenê li serê wî hatiye xistin û hatiye qetilkirin.

Li aliyê din birayê Yildiz Mehmet Alî Yildiz ê arkirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan û parêzvanekî wî jî jiyana xwe ji des daye.

Hate ragihandin ku Yildizî li Pirsûsê bi çekan digerin û ber bi buroyên HDP’ê ve bi rê ketine.