Di TAZ'ê de banga 'Ji Ocalan re azadî'

Di hejmara îro ya rojnameya Elman Dîe Tageszeîtûng (TAZ) de banga kampanyaya, ''Dem Hatiye: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî'' ya sendîkayên Ingilîz di rûpelekî sax de hate weşandin.

Sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ku 1.5 milyon endamên wê hene Unîte the Unîon û sendîkaya GMB'ê ku 700 hezar endamên wê hene, ev demek e ku kampanyaya bi navê ''Ji Ocalan re azadî'' rê ve dibin. Bi çarçoveya kampanyayê ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê bidome, Tîrmehê sendîkayên Ingilîz bi gotina, ''Dem hatiye'' ji bo kampanyayê ling dabûne zêdetir xebatan.

Sendîkayên Ingilîz ji bo ku ev banga wan li Elmanyayê berbelav bibe îlan dane rojnameya rojane ya herî li pêş a Elmanyayê Dîe Tageszeîtûngê, rûpelekî sax ji bo bangê hate veqetandin. Di îlanê de Îlona 2019'an li Brîghtonê dema Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê dema kongreyê wêne girtibûn ku di wêne de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû û li ser ji 'Ocalan re azadî'' dinivîsî, di îlanê de ev wêne hate belavkirin.

'AZADIYA OCALAN NIHA PIR WATEDAR E'

Sendîkayên Ingilîz di bangê de bi bîr xistin 15'ê Sibata 1999'an yaasayên navnetewî hatine binpêkirin, ji Kenyayê re revandina Tirkiyê û gotin: ''Ji sala ku Ocalan hatî revandin û vir ve li Rojhilata Navîn ev 20 sal in şer, dagirkerî û êrîş didomin.''

Di bangê de hate gotin dema esaretê Ocalan gelek caran xwe fedayî aştî, azadî û çareseriya pirsa Kurd kiriye û kampanyayê van salên dawî hate destnîşankirin.

Di bangê de hate bibîrxistin 2005-2006'an 3,5 milyon Kurdî gotiye: ''Ez Abdullah Ocalan weke vîna xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim'' îmze kirine, 2015'an jî ji 10 milyonî zêdetir mirov daxwaza ''Ji Ocalan re azadî'' kiriye.

Di îlanê de hate gotin: ''Ocalan ne tenê fîgûrsekî siyasî yê karîger e ku li herêmê bi roleke kilîde û dikare pirsa Kurd çareser bike, her wiha xwediyê fikra konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) pêk hatiye. Bi vê modêlê li herêmekê ku bi şer dihejije Rojava bûye sembola demokrasî û azadiyê. Her wiha em bawer dikin bi azadbûna Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yê şer û rageşiyên li Rojhilata Navîn ku hikûmeta Tirk serkêşiya wê dike bidawî bibe.''

SENDÎKAYAN 2016'AN KAMPANYA DABÛNE DESTPÊKIRIN

Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Unîte The Unîon û GMB'ê Nîsana 2016'an bi biryareke hevpar starta kampanyaya Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re azadî) dan. Van çar salên dawî bi panêl, semîneran paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji Brîtaniyan re hate vegotin, kampanya jî bû yek ji kampanyaya herî mezin a Brîtanyayê.

Unîte the Unîon û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ku pêşengiya kampanyayê dikin, 48 sendîkaya di nav de ne û Yekîtiya Sendîkayên Karker ku temsîla 5,5, milyon mirov temsîl dikin, rêxistina herî mezin a Brîtanyayê ye. Sendîkaya di rêza duyan de Unîson jî ku 1,3 milyon endamên xwe hene destekê dide kampanyayê.

Her wiha sendîkayên CWU, NEA NUT, GFTU, ASLEF û TSSA, FBU, EIS, RMT û gelek sendîkayên din ên karker biryar li ser dan ku ji bo azadiya Ocalan bi aktîvî têbikoşin, ku bi sed hezaran endamên xwe hene.