Dijminê Kurdan ê sondxwarî bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kiribû

Dewleta Tirk ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, 20'ê Çileya 2018'an 72 balafirên şer rakir û dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir.

Dewleta Tirk ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, ji roja destpêkê ya Şoreşa Rojava ve, ji bo Kurd nebin xwedî statuyekê piştgirî da hemû komên cîhadîst ên çete yên li dijî Kurdan şer dikin. Piştî ku komên çete yek bi yek hatin têkbirin, 20'ê Çileya 2018'an vê carê bi artêşa xwe dest bi êrîşê kir ji bo Efrînê dagir bike.

'BI LIHEVKIRINA RÛSYAYAÊ RE EFRÎN, BI LIHEVKIRINA DYE'YÊ RE MINBIC'

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojava bi hêzên herêmî û navneteweyî hemûyan re pêwendî danî û ji bo vê yekê amade bû bi her awayî tawîzan bide. Beriya êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê bi DYE û Rûsyayê re dest bi bazarê kir. Tayyîp Erdogan digotin, 'Eger em bi Rûsyayê re li hev bikin em ê bikevin Efrînê, eger em bi DYE'yê re li hev bikin em ê bikevin Minbicê'.

PROVOKASYONA DYE'YÊ

Beriya dagirkeriyê, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Rex Tîllerson got, "Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê hêzeke ji 30 hezar kesî ya parastina sînor perwerde bikin" ku ev yek bû nîşaneya destpêkê ya ji bo dagirkeriyê. Bi vê daxuyaniya provokatîf re bingeh ji dagirkeriya dewleta Tirk re dihate amadekirin. Ji xwe Tîllerson piştre ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji wezîfeyê hate girtin.

BAZARA BI RÛSYAYÊ RE

Dewleta Tirk bi Rûsyayê re dest bi bazarê kir û piştî valakirina Gûta Rojhilat ji komên çekdar û wergirtina hin tawîzên bazirganiyê ji Tirkiyeyê, destûr da dewleta Tirk ji bo êrîşî Efrînê bike. Rûsyayê qada hewayî li dewleta Tirk vekir û di dagirkirina Efrînê de bû xwedî rola herî mezin. Berê jî di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de bazara 'Di berdêla Babê de Heleb' hatibû kirin. Vê carê jî bazara 'Di berdêla Gûta Rojhilat de Efrîn' hate kirin.

Dewleta Tirk ku DYE û Rûsya ji bo dagirkeriyê qanih kir, di demeke manîdar de dest bi êrîşê kir. Dewleta Tirk, roja 20'ê Çileya 2018'an 72 balafirên xwe yên şer rakir û êrîş bir ser Efrînê.

BI ÇEKÊN NATO'YÊ ÊRÎŞ BIR SER KURDAN

Dewleta Tirk, artêş, polîs, cerdevan û karmendên xwe hemû ji bo dagirkirina Efrîna ku bi qasî navçeyekê ye, seferber kir. Ji bo dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li nava civakê mezintir bike, li ser medyayê jî dest bi kampanyayan kir. Li bajarên Tirkiyeyê mirov birin şaxên leşkeriyê û qeyda wan çêkirin. Bi tank, top û çekên herî pêşketî yên NATO'yê dest bi bombekirina Efrînê kir. Ev yek jî 24 saetan bi rengekî zindî di televîzyonan de bi civakê re da temaşekirin.

'KÛVAYÎ MILLÎ' YÊ ERDOGAN

Ji dehan komên çete yên cîhadîst ku Erdogan 'Kûvayî Millî' li wan kiribû, 25 hezar çete tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûn. Di demeke kin de eşkere bû ku Kûvayî Millî yên Erdogan çeteyên diz in û ev rastiya xwe jî bi kiryarên xwe yên li Efrînê nîşanî tevahiya cîhanê dan.

KOMÊN ÇETE YÊN TEVLÎ DAGIRKERIYÊ BÛN

Komên çete yên tevlî êrîşên dagirkeriyê bûn: Tûgayên Semerkant, Liwa El Şemal, Liwa El Munteser Billah, Ceyş El Ehfad, Ehrar El Şerqiye, Tûgayên Fatih Sultan Mehmet, Tûgaya Sultan Osman, Quwet El Mexewir, Firqet El Sefwe, Firqa Sultan Murad, Firqet El Hemze, Siwar El Cezira, Fewc El Xamês, Firqa 23, Liwa El Muttesim, Feyleq-2, Firqa El Şemaliye, Fewc El Mistefa, Ceyş El İslam, Tecemuh Festakim Kema Umêrt, Cebhet El Şamiye, Liwa 51, Suqur El Şam, Harekat Ehrar El Şam, Firqa 9, Ceyş El Nûxbe, Feyleq El Şam, Lîwa El Sultan Süleyman Şah, Liwa Suqur El Şemal, Nuredîn Zenkî, Cebhet Tehrîr Suriye.

JI BER KU JI BEJAHÎ VE NEKARÎ BI PÊŞ VE BIÇE, BI TEKNÎKÊ DEST BI ÊRÎŞÊ KIRIN

Dewleta Tirk û komên wê yên çete ku ji rojavayê Efrînê ji Hatayê, ji Kampa Atmê ya li başûrêrojava, ji aliyê bakur ve ji Kîlîsê û ji aliyê rojhilat ve jî ji Ezazê dest bi êrîşê kirin, ji ber ku nekarîn li pêşberî hêzên YPG/YPJ'ê ve bi pêş ve biçin, hewl dan bi êrîşên hewayî encamê bigirin. Gund, bajarok, navçe bi balafirên şer û obusan hatin bombekirin. Di hefteya destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê de, bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li xeta Qesten Cindo, Raco û Cindirêsê re duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê û komên wê yên çete derbên giran xwarin.

DEST BI KUŞTINA SIVÎLAN KIRIN

Artêşa Tirk û komên wê yên çete ku di berxwedana mehekê de nekarîn ji sînor ve ber bi Efrînê bên, dest bi kuştina sivîlan kirin. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, di meha destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê de 176 sivîl hatin kuştin ku 27 ji wan zarok, 21 jî jin bûn. 484 sivîl jî birîndar bûn. Di roja 52'an a êrîşên dagirkeriyê de li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê û Heyva Sor a Kurdî, 232 sivîl hatin kuştin, 35 ji wan zarok, 29 jî jin bûn. 668 sivîl jî birîndar bûn ku 90 jê zarok, 100 jî jin bûn.

BÎLANÇOYA DAWÎ

Saziya Çavdêrê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye ragihand, zêdeyî 380 Kurd, Ereb û Ermeniyên sivîl ku 55 jê zarok, 36 jî jin in, bi êrîşên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin. Di daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ya Kanûna 2018'an, hejmara sivîlên hatin kuştin 501 e. 797 jî birîndar bûn.

ÊRÎŞ LI CIH Û WARÊN DÎROKÎ JÎ HATE KIRIN

Di êrîşên dagirkeriyê de dewleta Tirk û komên wê yên çete êrîş birin ser kaniyên avê, firin, nexweşxane, ambûlans û dibistanan jî. Ji bo koçberkirina gel, rêbazên şerê qirêj hemû hatin bikaranîn. Bendava Meydankê ku piraniya ava Efrînê ji wir dihat, ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin.

Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava, 31 dibistanên li Efrîn û navçeyên bûn hedefa êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk û 13 xwendekr ji br van êrîşan mirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş birin ser cih û warên dîrokî yên Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirêsê û ev şûnwarên dîrokî hilweşandin.

Tevî bi dehan navendên tenduristiyê û firin, 16'ê Adarê jî balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Nexweşxaneya Avrînê barandin ku nexweşxaneya herî meizn a Efrînê ye.

DIYANETA TIRK JI BO ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYÊ FETWA DERXIST

Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê, fetwayek derxist û got, talankirina mal û milkên Kurdan helal e. Li hemû mizgeftan jî ferz kir ku vê fetwayê bixwînin. Li hemû mizgeftan her wiha sûreya fetîhê jî hate xwendin. Artêşa Tirk û komên wê yên çete ku bi vî mejiyê talanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, li Efrînê her devera ku dagir kirin, talan kirin.

Sibe: Berxwedana hêzên parastinê yên Efrînê, çalakiyên fedayî, berxwedana 58 rojan a gel û çalakiyên mertalên zindî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.