Di sala 2021’an de ji ber êşkenceyê 984 kesan serî li TÎHV’ê dane

Li gorî rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîsyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2021’an de ji ber êşkence û miameleya xerab 984 kesan serî li saziya wan dane.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) derbarê serlêdana êşkenceyên ku li saziyên wan hatiye kirin raporek weşand. TÎHV’ê di raporê de diyar kir ku di sala 2022’an de 984 kesan bi hinceta êşkence li wan hatine kirin û miameleya xerab serî li TÎHV’ê dane. TÎHV’ê diyar kir 616 kesan diyar kirine êşkence li wan hatine kirin û bal kişand ser vî tiştî ku ji roja ku saziya wan ava bûye, ev hejmara herî zêde ye. Daneyên di raporê de derketine pêş wisa ne:

-Serlêderê herî biçûk zarokekî 5 salî ye yê temenmezin jî 76 salî ye.

-871 kesan diyar kirine li Tirkiyeyê êşkence li wan hatine kirin, 44 kesan jî diyar kirine li welatekî din êşkence li wan hatiye kirin.

-616 kesan diyar kirine di sala 2021’an de êşkence li wan hatine kirin û 211 kesan jî diyar kirine di navbera salên 2016-2020’an de êşkence li wan hatine kirin.

-Ji ber êşkenceyê 307 kesan serî li nûnertiya Stenbolê ya TÎHV’ê dane. 263 kesan serî li nûnertiya Wanê, 166 kesan serî li nûnertiya Amedê, 134 kesan serî li nûnertiya Îzmîrê û 48 kesan jî serî li Navenda Referansê dane.

- Ji nav 871 kesên ku serî li TÎHV’ê dane, 307 jin in, 527 mêr in û 37 kes jî LGBTÎ+ in.

-Di sala 2021’an de 56 zarokan serî li TÎHV’ê dane.

-Rêjeya kesên li ‘Herêma Başûrê Rojhilatê Anadolûyê û Anadolûya Rojhilat’ li gorî nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 30,6 ne, lê ji nav kesên serî li TÎHV’ê dane, kesên ji van deran ji sedî 63,7 ye.

-Di tedawiya 14 serlêderan de pêdivî bi ameliyatê çêbûye.  

-Ji sedî 89,9’ê serlêderan diyar kirine ji ber fikr û nasnameya wan a siyasî û çalakiyan hatine destgîrkirin.