Di rûniştina ji bo Denîz Poyraz de li dijî êrîşê giliyê sûc hat kirin

OHD û ÇHD’ê têkildarê êrîşa bi gaza bîberê ya li hemberî parêzeran di dema rûniştina doza Denîz Poyarzê de giliya sûc kirin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî êrişa jendirmeyan a di dema rûniştina doza Denîz Poyraz a di 14’ê Cotmehê li Girtîgeha Şakran Alîagayê serî li dozgeriyê dan û gilî kirin. Di heman demê de ji ber helwesta wê ya di rûniştinê de, li Lijneya Dadger û Dozgeran giliyê şandeya 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê kir. Beriya gilî, parêzeran li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin bêdeng nebû, bêdeng namîne” hatibû vekirin. Her wiha beşdaran dirûşma “Denîz Poyraz rûmeta me ye” berz kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê û gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî, ji aliyê Rêveberê Şaxa OHD’a Îzmîrê Ozcan Sarioglû ve hat xwendin. Sarioglû diyar kir ku şandeya dadgehê di rûniştinên 12 û 14’ê Cotmeha 2022’yan de rê li ber rewşeke provakatîf vekiriye û biryarên derhiqûqî dane. Sarioglû, destnîşan kir ku bi rêya hêzên ewlekariyê li dijî beşdaran û kesên ji bo şopandina dozê hatin tundî hatiye bikaranîn û wiha got: “Astengkirina parêzeran a ji bo rûniştinê, sûc e. Tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi TOMA û mertalên xwe barîkat çêkirin, gaza îsotê avêtin girseyê û derb kirin. Em vê feraseta ku derketî derveyî pergala darazê û bi awayekî fîîlî nehişt parêzer peywira xwe bi cih bînin, şermezar dikin. Me heta niha serê xwe li ber wan netewandiye û wê netewînin jî.”

Sarioglû di dewamê de ev tişt anî ziman: “Ev tundî bi rêya dadgehê hat kirin û xwestin hêzên ku tiliya wan di êrişa li dijî avahiya HDP’ê de heye biparêzin. Ji ber sepanên derhiqûqî yên şandeya dadgehê, me ji Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) re gilîname şand ku şandeya dadgehê di çarçoveya tevdîran de ji peywirê dûr bixin. Her wiha me derheqê êrişa derhiqûqî ya li dijî parêzer, beşdar û kesên ji bo şopandina dozê hatin wê derê hatiye kirin jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û gilî kir.”

Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî da zanîn ku delîlên diviyabû di dema lêpirsîn û darizandinê de bihatina komkirin, nehatine komkirin û wiha got: “Weke parêzer em li pey heqîqetê ne û dixwazin kesên çek daye destê tetîkkêş jî bên darizandin. Jixwe kujer dixwaze ku darizandin di zûtirin demê de bi dawî bibe û bê girtin. Dadgeh jî li gorî feraseta kujer tevdigere. Mîna kujer, ew jî pir hewl dide destê li pişt bûyerê nebîne. Lewma rûniştin veguhestin kampûsa girtîgehê. Şandeya dadgehê mîna tirsonekan xwe da  pişta jendirmeyan û xwest kesên hewl didin dosyayê ronî bikin bêdeng bike. Em ê di rûniştina din de jî li wir bin.”