Di Pêngava Bazên Zagrosê de şervanekî Rojhilatî

Gerîla Adil bêfikar, bêyî ku dudilî bibe ji ser hêzên dagirker ên li qada Mam Reşo bi cih bûbûn, da ku derbê li wan bide. Pêşî wî çentê xwe da pişta xwe û çeka xwe da ser milan.

Beleheq ji wê pêngavê re ku Nîsanê gerîlayan li Zagrosan navê Bazên Zagrosê danîne negotine. Ev nav ji karakterên wan gerîlayan dihat ku wê ev pêngavan bikirina û şer bibirana serfiraziyê. Her wiha ev fermana çalakiyên wiha bû ku wê bi şêwaza 'derba baz' ev çalakî bihatana kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa şer de ev aniye ziman.  Her wiha ev berzkirina ji bo wan gerîlayan bû ku li Zagrosan bi salan têdikoşin. Baz jî li cihên berz û bala ne, li kendalan fir didin xwe û li cidhên bilind hêlîna xwe datînin. Eynî weke van gerîlayan ku bi van çiyayên bilind û biheybet re bûne yek. Eynî weke Adil...

Adil Çekdr şervanekî ciwan ê Rojhilatî ku payiza 2020'an hatiye eyaleta Avaşînê. Li Serdeştê jidayik bûye û daye ser rêya xizmên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne. Beriya ku were eyaleta Avaşînê li qadên cuda yên Kurdistanê xebat kirine, piştî perwerdehiya sabotajê çûbû cihê yek ji deverên zor ên Avaşînê, Girê Sor. Li gel ku ev çend sal bûn ku tevlî gerîla bûbû jî, wî digot cara pêşî ye ku li Girê Sor gerilatiyê ev çend ji kûr ve hîs dike, digot heke mirov wê bibe gerîla divê mirov li chiê bilind gerîla be. Ji ber vê heta ku li Avaşînê bû Girê Sor û Girê Kartal di nav de tim li cihê bilind jiya û li cihê bilind têkoşiya.

Adil berzbûna li bilindbûn dijiya. Li van cihên bilind bûbû xwedî hêza mane û cidîbûnê ku amentuya şoreşgeriyê ne. Di xebat, jiyan û her gotina xwe de tim cidî û xwedî mane bû. Derdora wî ya nêz tim ev meraq dikir. Gerîlayek çawa dikarîbû li bara her tiştî ev çend cidî lê her wiha ev çend dikare devliken û bicoş be? Cihên bilin ev raz dabûyê. Li Zagrosan cidîbûna Apoyî û dilgermiya bi hevrêtî xwe li dil û hişê Adil nîşan dida. Adil ku tim li herî pêş diçû peywirên herî zor, barê herî giran radigirt, niha ji bo wî tam dema şer bû.

Çawa ku li jiyanê pêşend bû, di şer de ku 23'yê Nîsanê li Avaşînê dest pê kirî jî bûbû gerîlayekî pêşeng û wêrek . Adil ti caran ji ti peywirê re, ji ti çalakiyê re ku wê xizmet ji vî şerî û hevrêyên wî re bikira nedigot na. Ji ber vê 10'ê Gulanê dema 10'ê Gulanê dema ku diçû derbê li hêzên dagirker ên li qada Mam Reşo bide hîç dudilî nebû. Dîsa yê ku pêşî çentê xwe dayî pişta xwe, çeka xwe dayî ser milan ew bû.

Beriya ku operasyon dest pê bike bi çend rojan îdîa û biryardariya xwe bi van hevokan wiha dibêje Adil: ''Piştî pêvajoya perwerdehiyê dema ku hatibûm eyaleta Avaşînê zivistanê dest pê kiribû. Ev jî ji bo ku em bêhtir bala xwe bidin ser xebatên xwe derfetek bû. Niha li pêşiya me bihar û havîn e. Em ê biçin pratîkê. Armanca me saal 2021'an ne tenê qelskirin dijmin e, bi temamî rûxandina dijmin e. Em ê teknîka dijmin bi branşa xwe pûç bikin. Ji bo ku em îsal bikin sala serfiraziyê lêhûrbûnên min jî hene. Bi çalakiyên ku em ê bikin em dixwazin derbê li dijmin bidin. Çawa ku li Garê têk çûn li vir jî bi teqezî wê têk biçin.''

Adil Çekdar ku bi vê îdîa û biryardariyê bi hevrêyên xwe Bahoz Rojhat, Agir Arnos, Canpolat Mûsûl, Sîdar Amedû Mahîr Amed re bi rê ketî 11'ê Gulana 2021'an li ser rêya Mam Reşo bi bombebaran artêşa Tirk şehîd bû. Gerîla Adil b wêrekî, kesayata xwe ya Rojhilatî, hevrêtî û şervaniya xwe xwedî zanîneke ji ya ciwanan wêdetir bû...Niha hemû çalakiyên ku ji bo tola wî û hevrêyên wî ku bi pê re şehîd bûne têne kirin, her derba ku li Avaşînê li artêşa Tirk tê xistin, bi wê aramncê ye ku xwe bigihiînin berzbûna jiyan û şervaniya wî.