Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

Di Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê de bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat dayîn û hate gotin: “Sivîl têne qetilkirin."

Bi boneya berdana girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 141’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Bibin dengê zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji şer re na aştî a niha” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Karabaglar û Guzelbahçeyê jî piştgirî dan malbatan.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Hanim Sever axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Sever da zanîn ku dê li dijî şer bêhtir daxwaza aştiyê bikin û got: ““Em ji bo aştiyê hatin vê derê. Kobanê bombebaran dikin û sivîlan qetil dikin. Dema li wir şer derdikeve, li vir jî derdikeve. Em şer naxwazin. Têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina şer e.”

Seven diyar kir ku tecrîda li girtîgehan roj bi roj girantir dibe û wiha bi dawî kir: “ Em dixwazin ku bi hev re û bi awayekî wekhev bijîn. Li Tirkiyeyê edalet tune ye û zext li mirovan tê kirin. Kurê min ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Ma kî kuştî ye û malê kê dizî ye? Em zarokên xwe dixwazin, emrê me xelas bû. Em tiştekî din naxwazin. Li tu deverekê cîhanê bi qasî li Tirkiyeyê zext nînin. Dibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye. Naxêr, li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Li ku demokrasî heye? Heke demokrasî hebûya dê mirov azad bûbûna.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.