Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanê bêdengiyê hat dayîn

Malbatên girtiyan ku li Nobeta Edaletê dewam dikin gotin: “Ên ku dengê xwe nekin hevkarê vî sûcî ne.“

Çalakiya Edaletê ku xizmên girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, hefteya 27’emîn li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Vê hefteyê Fînce Akman a dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha F ya bi hejmar 3 ya Sîlîvriyê de girtî, Cemîle Çîftçî û Kûmrî Akgul ku xwişkên girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê di Girtîgeha L ya Umraniyê de girtî tev li çalakiyê bûn.

Ji xeynî xizmên girtiyan, rêxistina HDP’ê ya navçeyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy piştgiriya çalakiyê kirin. Beriya nobetê gelek polîsan, bi wesayîtên destgîrkirinê dor li ber edliyeyê girt. Polîsên dor li xizmên girtiyan girtin, bi hinceta biryara qedexekirina Nobeta Edaletê ji aliyê Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve, bûn asteng ji çalakiyê re. Polîsan êrîşê çalakgeran kir û Fînce Akmana xizmek ji xizmên girtiyan û ji rêxistina HDP’ê ya navçeyê 4 kes destgîr kirin. Gava destgîrkirinê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan“, “Azadî ji girtiyên nexweş re“ hatin berzkirin.  Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanê destgîrkirina xizmên girtiyan da û diyar kir ku her hefte bi heman hincetê êrîşê dayikan tê kirin û qasek li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê kir.

‘JI BO ZAROKÊN ME JIYANA XWE JI DEST NEDIN EM LI VIR IN’

Xizmên girtiyên meşiyan ber edliyeyê û daxuyanî dan. Fînce Akman a xizmek ji xizmên girtiyan ku di çalakiyê de axivî, anî ziman ku ew 7 meh in Nobeta Edaletê digirin lê ne dewlet ne jî tu kesê guh nedane daxwazên wan û wiha got: “Tu televizyoneke Tirk me nabîne. Ji me napirsin ku em çi dixwazin. Bi tenê êrîş dikin. Em bi tenê dixwazin ku zarokên me bi saxî ji girtîgehan derbikevin.“ 

‘ÊN KU VÊ ÊŞKENCEYÊ LI DAYIKAN DIKIN WÊ ROJEKÊ BÊN DARIZANDIN’

Parlamenter Mûsa Pîroglû ku destpêkê di çalakiyê de axivî û anî ziman ku polîsên Stenbolê destgîrkirina xizmên girtiyan ji xwe re kirine wek helwesteke giştî û wiha axivî: “Li her derê êrîşê dayikan dikin. Duh dayikan serlêdan li Komeleya Mafê Mirovan kir ku giliyê polîsan bikin. Her dera dayikan reş û sor bû. Gotin ku bi pehîn û kulman li wan hatiye xistin. Em polîsên kulm li dayikan xistine nas dikin. Ên ku vê êşkenceyê li dayikan dikin wê rojekê bên darizandin. Li dijî terk kirina mirinê ya girtiyên nexweş em xwe ker nakin. Ên ku xwe ker dikin jî hevkarê vî sûcî ne. Girtiyên nexweş terkê mirinê dikin. Berpirs desthilat, rêveberiyên girtîgehan, Tiba Edlî û gardiyan in. Ên dest di dayikan wer didin hevkarê vê kuştinê ne.“

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî axivî û diyar kir ku dayik careke din hatine destgîrkirin û destnîşan kir ku tu edalet li Tirkiyeyê nîn e.

‘WÊ HESAB BIDIN’

Herî dawî Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy axivî  û got: “Desthilata AKP-MHP’ê her ku diçe serî li rêbazên bi faşîstî dide û êrîşan dibe bi ser kesên ku ji xwe re wek dijber dibîne. Desthilata AKP’ê darazê li dijî dijberên xwe wek darekî bi kar tîne. Mafên bingehîn ên mirovan tên xespkirin. Em ê bi hev re li dijî vê têbikoşin. Feydeya tirsê ji hatina ecel re nîn e.“