Di navbeyna YNK-PDK'ê de nîqaşa Serokkomariya Iraqê

Nîqaşa bê ka wê kî bibe Serokkomarê Iraqê gur bû. PDK û YNK'ê derbarê mijarê daxuyanî dan.

Piştî ku serokê parlamentoya Iraqê ji Siniyan hate hilbijartin niha jî tê payin ku ji Kurdan kesek bibe Serokkomar.

Li gorî destûra 2005'an Serokwezîrî ji Şiiîran re, Seroktiya Meclîsê ji Siniyan re û Serokkomarî ji Kurdan re tê hiştin.

PDK û YNK l iser Seroktiya Herêma Kurdistanê û Serokkomariya Iraqê li hev kiribûn. Li gor vê Seroktiya Herêmê ji PDK'ê re û Serokkomariya Iraqê jî ji YNK'ê re dima. Lê piştî ku dawî li peywira Mesûd Barzanî hat, meqamê 'Seroktiya Herêmê' jî nema. PDK vê carê jî çavê xwe berda Serokkomariya Iraqê.

Li gel ku du partiyan li ser vê mijarê gelek caran rûniştin jî ti encam ji rûniştina wan derneketibû. Derdorên PDK'ê daxuyaniyên wiha dan ku Serokkomarî 'heqê' wan e.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Herêmê Cafer Emînjî yê PDK'yî got, ''Meqayê Serokkomariyê heqê PDK'ê ye lê YNK û aliyan din dikarin li ser navekî li hev bikin.''

YNK: NAMZET WÊ JI ME BE

YNK'ê bersiva da vê helwesta PDK'ê. Berdevkê YNK'ê Sadî Ehmed Pîr got namzetê Serokkomariya Iraqê wê YNK'yî be.

Pîre got heta niha bi PDK'ê re li hev nekirine û her wiha li ser navê Berhem Salih jî got, ji ber ku ne endamê YNK'ê ye, di nav namzetan de cih nagire.

Namzetê Serokkomariyê yê YNK'ê ji hêla Polîtbûroya partiya vê wê were hilbijartin. Tê payin ku Polîtbûroya bicive ji 5 namzetan yekî jê hilbijêre.