Di navbera DAÎŞ û dewleta Tirk de koordînasyonek heye

Ji Fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn diyar kir ku di navbera DAÎŞ û dewleta Tirk de koordînasyoneke eşkere heye.

Ji Fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn têkîldarî pêşveçûna pêngavê ji ANHA’yê re axivî.

Fîras Çekjîn got: “Hedefgirtina nuqteyên QSD′ê û Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ya beriya mehekê, hemwextî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ji ber ku di navbera DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker de koordînasyoneke eşkere heye."

Çekjîn bal kişand ser vê yekê ku DAÎŞ′ê hewl daye ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi taktîkên nû êrişî herêmê bike û wiha domand: “Me ev xeteriya ku gefan li gelê me dixwe, nas kir û me li gorî wê operasyona ewlehiyê ya serdegirtina şaneyên DAÎŞ′ê li herêmê diyar bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin."

Çekjîn diyar kir ku pêngav li gorî plansaziya ku hatiye danîn tê birêvebirin û ev tişt got: "Hêzên me gelek çete girtin, mîqdareke mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku DAIŞ′ê amadekariya bikaranîna wê li dijî hêzên me û welatiyan dikir, desteser kirin. Me jî plansaziyên ku DAIŞ′ê û piştgirên wan dikirin, hedef girtin."

Çekjîn ev tişt anî ziman: "Di navbera hêzên ewlehî û şêniyên herêmê de hevkariya baş heye. Em helwestên wan ên mezin di vê pêngavê de pîroz dikin. Divê welatî her tiştekî gumanbar dîtin agahiyê bidin."

Fermandar Fîras Çekjîn wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Di salvegera rizgarkirina Kobanê de peyamên eşkere yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Ew hewl didin derbeyê li îstîqrara herêmê bidin. Lê bi ruhê berxwedana Kobanê ku DAÎŞ′ê di aliyê erdnîgarî de li Sûriyê bi dawî kir em ê vê fikirê, jêder û piştgiriyên wan têk bibin."

QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çarşema borî Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ragihandibû.