Di nav sê mehan de 13 girtî hatin qetilkirin

Li gor rapora sê mehan a ÎHD’ê,13 girtî, di girtîgehan de hatine qetilkirin, li gelek girtiyan êşkence hatiye kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, Rapora Şopandina Binpêkirna Mafan ên di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li Girtîgehên Herêmên Anatoliyaya Navîn qewimîne, li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê tev li civînê bûn.

Li gorî raporê di van sê mehên sala 2022’yan de li girtîgehan herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar bûne, 4 girtî jî bi awayên bi guman jiyana xwe ji dest dane û tê gotin ku 4 girtiyan jî xwe kuştiye. Li gorî raporê di van her sê mehan de 76 kesan ji bo girtîgehên herêma Anatoliyaya Navîn, 14 kesan jî ji bo girtîgehên din bi giştî 90 kesî serlêdana binpêkirina mafê xwe kiriye.

 HERÎ KÊM 300 HEZAR GIRTÎ HENE

 Di raporê de hat diyarkirin ku ji 30’ê Hezîrana 2022’yan bi şûnde 283 hezar û 455 hikumxwar û 38 hezar 738 girtî bi giştî 322 hezar 187 girtî û hikumxwar hene û ji van girtiyan 307 hezar 232 zilam in, 12 hezar 693 jî jin in û 2 hezar 262 jî zarok in.

 GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIDOMIN

 Di raporê de cih dan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî. Li gorî raporê niha li Girtîgeha T ya Afyonkarahisar a Jimar 1, Girtîgeha F ya Bolûyê, Girtîgeha T ya Sûngûrlû ya Çorûmê, Girtîgeha Sîncanê ya Jimar 2 û Girtîgeha Jinan a Sîncanê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê dewam dikin. Di raporê de behsa rojiya mirinê ya Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim jî hat kirin.

 JI 1517’Î ZÊDETIR GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

 Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên ÎHD’ê herî kêm 651 jê girtiyên rewşa wan xedar, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliyaya Navîn herî kêm 29 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rû bi rû mane. Di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û girtî kelepçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di raporê de hat gotin ku mafê tenduristiya girtiyan bi hincetên’’bijîşk nîn e” nayê kirin û rêveberiyên girtîgehan dermanên bi rapor asteng dikin ku girtî werbigirin.

 ÊŞKENCE Û KIRINÊN XERAB

 Li gorî raporê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê yên 2022’yan de li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn 15 girtî bi êşkenceyê û kirinên xerab re rû bi rû mane.

 Di berdewamiya raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qewimîne hatin rêzkirin.