Di medyaya Fransayê de qala bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan hate kirin

Di medyaya Fransayê de nûçeyên li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser gerîla bi kar tîne, hate weşandin.

Rojnameya Hûmanîteyê ji manşetê qala vê êrîşa kîmyewî kir. Kanala nûçeyan a France24’ê jî cih da vê nûçeyê.

Rojnameya Hûmanîteyê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî wêneyekî ku ANF’ê weşandibû bi kar anî û got “Di şerê qirêj ê Erdogan de gumanên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî.”

Kanala nûçeyan a France24ê jî nûçeya rojnameya Hûmanîteyê weşand û got “Bi tenê lêkolînên ku Neteweyên Yekbûyî yan jî lêkolînên di bin banê OPCW’ê de dikare îddîayên PKK’ê piştrast an jî pûç bike.”

Pêşkêşvan got “Rojname diyar dike rêya herî mantiq ev e ku Iraq daxwazeke wisa bike lê ji ber ku hikumetek bi îstîkrat tune, wisa xuya dike wê ev tişt pêk neyê. Rêyeke din jî ev e ku welatekî wekî Fransayê bixwaze ku tiştekî wisa were kirin.”