Di meclîsê de neyartiya li Kurdî: Axaftin hat birîn

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier xwest di meclîsê de bi Kurdî biaxive, Serokwekîlê Meclîsê Haydar Akar dengê wî birî.

Hevdîtinên ji bo budçeya sala 2023’yan di Desteya Giştî ya Meclîsê de berdewam in. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HP) ê Amedê Îmam Taşçier ku mafê axavtinê girt û bi Kurdî bertek nîşan da ku çima cih ji bo Kurdî di budçeyê de nayê veqetandin. Mîkrofon li Îmam Taşçier hat girtin. Taşçier got ku ew dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî li axavtina xwe dewam bike, Serokwekîlê Meclîsê Haydar Akar got ku ew ê nehêle biaxive.

Taşçier, bertek nîşanê bêtehemuliya li dijî Kurdî da û got: “Pirsgirêka Kurd çareser nebe demokrasî nayê ser vê axê.“

 Akar, gotina Taşçier birî.

‘WE TEHEMUL JI KURDÎ RE NÎN E’

Serokwekila Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, got: “Ev ziman, zimanê 30 milyon Kurdan e ku li Tirkiyeyê dijîn. Kurd, li Tirkiyeyê qey ne welatiyên Komara Tirkiyeyê ne? Bacê didin? Daxuyaniya Serokê Meclîsê bixwe li ser vê mijarê heye. Ev wek nîşe tên nîşandan. Duh Hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan du caran, berdevka partiya me Ebrû Gunay got, ‘Jin, jiyan, azadî‘. Kesekê jê fêm neke heye? Lê di girtekan de wek stêrk derbas dibe. Birîna gotina xetîbê me feraseteke despotîk e.“

Beştaş, bi domdarî wiha axivî: “Di rêziknameya navxweyî de nabêje ku bi Kurdî nayê axavtin. Hûn diqîrin dibêjin zimanê fermî. Em zimanê fermî red nakin. Hûn bi refleksên xwe bêtehumuliya xwe ya li dijî Kurdiyê nîşan didin.“

Ji ber rageşiyê navber hat dayîn.