Di doza qetlîama Konyayê de divê êdî biryar were dayîn

Rûniştina biryarê ya doza Dedeogûllari wê di 17’ê Mijdarê de were kirin. Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir ku divê doza êrîşa di 12’ê Mijdarê de biryara wê hate dayîn û ev dosye bibe yek.

Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’an de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn qetilkirin. Mehmet Altûn ê ku ev qetlîam kiribû û ji malbata Keleş û Çalik jî 9 kes dihatin darizandin. Di 12’ê Mijdarê de di doza êrîşê de biryar hatibû dayîn, Alî û Lutfu Keleş hatibûn berdan.

Beriya vê dozê bersûcê girtî Mehmet Altûn piştî qetlîamê axaftina wî ya bi polîsan re pêşkêşî dadgehê hatibû kirin. Di van axaftinan de dihat dîtin ku polîsan curhet didan Altûn. Di 17’ê Mijdarê de wê rûniştina biryarê ya dozê pêk were. Parêzer dixwazin doza êrîşê û doza qetlîamê were kirin û bang li baro û raya giştî ya demokratîk dikin ku bila dozê bişopînin.

Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir divê doza êrîşê ya di 12’ê Mijdarê de û doza qetlîamê bibe yek û got “Di dosyeya êrîşa 12’ê Mijdarê de êrîşî malbata Dedeogûllari hatibû kirin û ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn birîndarkirin. Di wê de dozê de biryar hate dayîn û me diyar kir ku di dosyeyê de gelek kêmasî hene, li gorî me divê dosyeya qetlîamê ya di 30’ê Tîrmehê re bibe yek.

Li gorî me hinek polîs hene ku divê carek din li wan were guhdarîkirin û hinekan ji wan delîl ji holê rakirine. Me dixwest careke din keşfa bûyerê were kirin û ev lêpirsîn were berfirehkirin. Di dosyeya êrîşê de dadgehê ev daxwazên me red kir û zûzûka biryarek da. Cezayê bersûcan jî kêmtir kir. Divê tehrîk ji aliyê hember were lê di vê dosyeyê de tiştekî wisa tune. Dadgehê cezayên biçûk û komîk dan bersûcan. Herî zêde çar salan ceza li bersûcan hate birîn. Li hinekan cezayê pere û li hinekan jî eşkerekirina hukm hate taloqkirin.

DIVÊ DOZ BIBIN YEK

Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir daxwazên wan ên ji bo dosyeya qetlîamê ya di 17’ê Mijdarê de were kirin jî zelal e û got “Daxwazên me di vê dosyeyê de jî heman daxwaz in. Di dosyeya qetlîamê de divê di warê sûcê li dijî mirovayetî û qirkirinê, darizandin were kirin. Di îddîanameyê de derbarê Qanûna Cezayê ya Tirk a 76-77’an de tiştek tune. Ev qanûn di warê sûcê li dijî mirovayetî û qirkirinê ye. Lê di îddînameyê de tiştekî wisa tune. Em hevdîtina tetîkkêş a bi beşa lezgîn a 112 û axaftina bi polîsan ji xwe re dikin qistas. Carekê bersûc ji malbata Dedeogûllari re dibêjin ‘Hûn Kurd in, em ê we bikujin. Em nijadperest in, em ê ji holê rakin. Hûn Kurd in, em ê ji wir rakin’.Tetîkkêş Mehmet Altûn jî di hevdîtina bi beşa lezgîn a 112 û polîsan de diyar dike ku ji ber etnîsiyeta malbatê êrîş hatiye kirin. Sê bersûc piştî ku dikevin girtîgehê di hevdîtinên bi malbatên xwe de dibêjin ‘Gelo Kurd sekinîn? Tiştek bi wî Kurdê pîr hat?’ Di êrîşa 12’ê Gulanê de em dibînin ku êrîş bi sedemên nijadî hatine kirin. Ji ber vê divê parêznameyên bersûcan li gorî Qanûna Cezayê ya Tirk a 76 û 77’an were kirin. Daxwaza me ya herî girîng ev e.”

Parêzer Mehdî Zana Akkaya bang li baro, saziyên civakî yên sivîl kir ku bila werin dozê bişopînin.