Di dorpêça Reqayê de rojek bi şervanên QSD’ê re

Li Reqayê destana  hevrêtiya bêhempa û fedekariyê ya ku bi yekîtiya mezin a şervanên Kurd û Ereb ava bûye tê nivîsîn.

Şerê Mezin ê ku QSD ji bo navenda Reqayê azad bike 7’ê Hezîranê ji du milan ve dayî destpêkirin didome. Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku hêzên du milan gihaştin hev êdî nema dikarin bi deverekê ve birevin. Çeteyên DAIŞ’ê ku zêdetir bi êrîşên xwekuj, mayindanînê û rêbazên suîkastê dixwazin xwe li ser piyan bigirin ne pêkan e ku êdî bikaribin ji mirinê bifilitin. QSD van du heftiyên dawî operasyonên xwe zêde kirin û bi roj jî didome. Şervan êdî bi şev û roj bê rawest ji bo fînala ku DAIŞ heq dike hewl didin.

Dema ku mirov behsa Reqayê dike mirov tenê behsa pêşveçûnê, deverên ku hatine standin û DAIŞ’iyên ku hatin îmhakirin bike wê neheqiyek be li rastiya ciwanên ku li Reqayê şer dikin. Ji ber ku li Reqayê ne tenê şer eye, her roj berxwedanî û destanên pir mezin têne nivîsîn. Li Reqayê destana  hevrêtiya bêhempa û fedekariyê ya ku bi yekîtiya mezin a şervanên Kurd û Ereb ava bûye tê nivîsîn. Ji bo vegotina berxwedaniya şervanên Kurd û Ereb, dilsoziya wan a bi hev re, fedekarî û hevrêtiya wan a bêhempa ti gotin têrê nakin. Ev ciwanên ku li Reqayê şer dikin nîşan didin bê ka biratiya gelan wê çawa were avakirin. Ew teorî û siyaseta vê nakin, bêyî ku li berjewendiya siyasî û hevsenga polîtîk binerin bi hezkirin û dilsoziyê dijîn û şer dikin. Tenê ku em behsa fermandar Egîd bikin jî, ku em bûne şahid, wê bibe alîkar ku em heqîqeta hevrêtiyê ya li Reqayê vebêjin.

ŞOPANDINA OPERASYONA DU ROJAN

Li Reqayê piştî ku operasyon bi roj jî hatin kirin, em jî du rojan ji bo ku operasyonan qeyd bikin bi hêzên şer re bûn. Berpirsê koordînasyona şer, fermandar got, ‘Ez ê we bidim cem milê Dirbêsî, cem heval Egîd, hûn ê dernekevin derveyî fermanên wî.’

Dema ku em çûne cem komê, ciwanên devliken lê ji ber wiha wî temenê wî hinekî mezin xuya dikir, me Egîd nas kir. Haya wî jê hebû ku em ê bi milê ku wî fermandarî dikir tevbigerin. Got, roja dî saet 05.00’an ew ê tevbigerin û xwest ku em li gorî vê haziriya xwe bikin.

FERMANDARÊ MILÊ ÊRÎŞÊ

Egîd 20 salî ye, şervanekî YPG’ê yê ji Kobanê ye. Fermandarê Tabûra Dirbêsiyê ye. Beriya niha tevlî şerê Kobanê bûbû, ev 6 sal in ketiye nav hemû pêngavan. Tabûra Dirbêsiyê di pêngava Reqayê de milê êrîşê ye. Tabûr ne tenê li Reqayê, li hemû pengavan peywira milê êrîşê kiriye. Temenê şervanên Kurd û Ereb ên di tabûrê de 19-23 ye.

Roja dî saet 05.00’an li cihê ku kom wê jê rabûna em rawestiyan. Di demek kurt de kom li cem wesayitan hazir bûn. Bi komê re em li wesayitan siwar bûn û me da rê. Piştî ku wesayitan em li deverekê danîn, diviya rêya mayî em bi panzêran biçûna. Piştî ku panzêran şervan birin heta bi sûra berê êdî meşê dest pê dikir. Hemû kom piştî ku civiyan û di nav xwe de careke dî li planê nerîn ketin rê. Em jî bi milê Dirbêsiyê de çûn.

OPERASYONA LI SER CIHÊ KU WÊ PÊŞÎ BIHATANA STANDIN

Dema ku nêzî cihê ku pêşî wê were standin, bûn, fermandar Egîd ji nav komê şervanên ku wê biçin avahiyê kontrol bikin şandin. Avahiya çar qadî pir fireh bû û gelek odeyên wê hebûn. Ji bo vê jî kontrolkirina wê hinekî wext dixwest. Piştî ku şervanan cihê mayinan tespîtkirin û avahî kontrol kirin du û du ketin avahiyê. Piştî ku avahî bi temamî hate kontrolkirin koma wê avahî bigire hat. Di dema kontrola avahiyê de gelek tûnel û qul hatin dîtin ku DAIŞ’ê çêkiribûn. Piştî ku fermandara Egîd got DAIŞ’ê li derdorê kemîn daniye û şer wê dest pê bike şervan bi carekê re ketin mewziyan. Piştî demeke kurt şer dest pê kir. Çeteyên DAIŞ’ê ji hêlekê ve dixwestin têkevin avahiyê û ji hêla dî ve jî ji dûr ve li avahiyê direşandin. Şer saetekê dom kir. Piştî saetekê demekê bêdengî çêbû. Dema ku şervanan ji qata 3’yan li DAIŞ’iyên li avahiyên pêşber direşandin, li qata jêr a avahiyê teqînek çêbû. Şervanan diyar kirin ku DAIŞ’iyekî bi xwe de teqandiye. Agir bi avahiyê ket.

PÊ DERXISTIN KU ŞERVAN NEMIR XUYA NAKE

Fermandar Egîd pê derxist ku şervanê bi navê Nemir xuya nake. Hemû şervanan bi carekê re navê Nemir hildan lê bersiv nedihat. Egîd û çend şervanan xwestin dakevin jêr lê ji alavan nikarîbûn. Şervan bi israr dixwestin dakevin jêr lê nikarîbûn. Tevahiya avahiyê bi dûxana reş tije bûbû. Alav ew çend zêde bû, em ê ku li qata sêyan diman jî me ji ber germê îdare nedikir.

FERMANDAR EGÎD HEWL DIDE KU XWE DI NAV ÊGIR RE BIKE

Fermandar Egîd tim hewl dide ku xwe di nav êgir re bike. Şervanan ew dida rawestandin û digotin ne pêkan e ku ji nav derbas bibe. Heke derbas bibe ew ê jî şehîd bibe. Lê Edîd û şervanekî bi navê Çekdem bi israr dixwestin ji nav wî agirî derbas bibin û kêlî beriya kêliyekê bigihijin Nemir. Alav her gur dibûn. Ji ber ku DAIŞ’iyên ku kemîn danîbûn tim rokêt davêtin. Her wiha bi şewitîna bîdonên benzînê yên li qata duyan jî agir venedimirî. Koordînasyona şer bi bêtêlê bi wan re têkilî danîn û gotin, heta ku agir venemire rawestin. Lê ne fermandar Egîd û ne jî şervan Çekdem ranediwestiyan. Egîd tim digot, ‘bê Nemir nabe, heta ku ez wî dernexim yek gavê navêjim.’

LI FERMANÊ JÎ GUHDARÎ NEKIR

Koordînasyona şer jê re gotin divê ew ji avahiyê derkevin û derbasî cihekî ewle bibin. Lê fermandar Egîd û koma wî gotin, heta ku Nemir nebe ew ji wir dernakevin. Fermandar Egîd ji hêlekê ve hewl dida ku koma xwe motîve bike û moral dida û ji hêla dî ve jî hewl dida ku rêyekê bibîne da ku xwe bigihîne Nemir. Kom hemû sakîn bû, qurf bi kesekî re çênebûbû. Hemûyan tenê difikirîn ku xwe bigihînin Nemir.

BÛBE XWELÎ JÎ EZ XWELIYAN NAHÊLIM

Piştî çend setan, piştî ku agir hinekî kêm bû, şervanan, betanî li xwe pêçand, yek bi yek agir qelaştin û hewl dan ku hevalê xwe bibînin lê her koma ku diçû destvala vedigeriya.Nemir xuya nedikr. Fermandar Egîd û Çekdem gelek caran xwe dane nav êgir lê kirin û nekirin ew nedîtin. Piştî ku koordîneya şer ji wan re got, ‘’ji avahiyê derkevin, heta ku hêza teqwiyê were hûn ê dîsa biçinê’. Fermandar Egîd hêrs bû û got, ‘’hûn çi dibêjin, heta ku ez Nemir dernexînim ji vir dernakevim.’’

Wan got Nemir bi îhtîmaleke zêde li nav êgir maye û ne pêkan e ku mirov ji nav vî agirî sax bifilite. Fermandar Egîd gote wan, ‘’heke ew bûbe xwelî jî ez xweliyê wî nahêlim, hewce bike ez ê jî li vir bibim xwelî û ez wî nahêlim.’’

Koordînasyona şer vê carê got, ‘qet nebe ji avahiyê derkevin, bila tabûra çekên giran, bi koça û fûzeyan li bînahiyên pêş bixe’ Egîd ev jî qebûl nekir. Hevalên Egîd her çendî li ser cîhaz dixwestin wî qanih  bikin jî ji ya xwe bi paş ve neçû. Ne hevalên wan ên çekê ne koordînasyona şer, ti kesî nikarîbû Fermandar Egîd û koma wî qanih bike. Hemûyan a xwe kiribûn yek. Êdî her kesî fêhm kiribû bêyî Nemir kesek nikare wan ji wir derxîne. Rêya derketinê hebû, aliyê pêş yê avahiyê jixwe di destê şervanan de bû, bixwestana bi rehetî dikarîbûn derkevin. Giyanê hevrêtiyê nedihişt ku ew Nemir li wir bihêlin û derkevin.

EGÎD Û ÇEKDEM JÎ DI NAV XWÎNÊ DE MABÛN

Piştî ku hundirê avahiya şewitî hinekî xuya kir Egîd û Çekdem dîsa ketin qata şewitî. DAIŞ’ê hê jî li avahiyê dixist. Dema ku ew ketin hundir teqîneke mezin çêbû. Bi dengê teqînê em hemû ber bi wê qatê ve çûn. Fermandar Egîd û Çekdem li erdê dirêjkirî bûn. Xwîn ji singa herduyan diçû. Hema li rex wan, bedena Nemir a şewitî hebû. Belê Fermandar Egîd û Çekdem a xwe kiribûn û dawiyê Nemir dîtibûn. Fermandar Egîd, Çekdem û Nemir li heman cihî dirêjkirî bûn…

TENÊ TIŞTA KU DIVÊ EZ BIKIM DIKIM

Me fermandar Egîd hê di destpêka pêngavê de dema ku di govendê de bû me ew dîtibû. Li gel ku temenê wî 20 salî jî bû bi rengekî ji xwe bawer û bi helwesteke biryardar weke ku 10 salan mezintir xuya dikir. Dema ku şoreşa Rojava dest pê kirî li gel ku hê zarok jî bû tevlî nav şoreşê bûbû û dema ku ketibû 18 saliya xwe bi birayê xwe yê mezin re tevlî nav YPG’ê bûbû. Digot, ‘’Daxwaza min; li van xakan mirov dema ku razin bila çavekî wan vekirî ranezin. Mirovên li van xakan êdî heq dikin ku bi azadî bijîn. Ez tiştekî nakim, tenê tişta ku divê bikim, ez dikim.’’

NEMIR EREBEKÎ JI REQAYÊ BÛ

Nemir ciwanekî Ereb ê 20 salî, ji Reqayê bû. DAIŞ dema ku ketî Reqayê ji malbata wî gelek kes kuştibûn. Gelek caran DAIŞ’ê êşkence lê kiribû. Nemir dawiyê reviyabû û tevlî nav YPG’ê bûbû. Digot, ‘’daxwaza mine w e ku ev cîhan ji çeteyan were paqijkirin. Ne tenê Reqa, heta ku hemû cîhan ji Reqayê paqij nebe wê dilê min rehet nebe.’ Di hevpeyvînê de me ji Nemir re gotibû dema ku Reqa azad bibe ew ê çi bike. Gotibû, ‘’Ez dema ku ji Reqayê reviyabûm çûbûm Serêkaniyê. Li wir mam. Li wir min biryar da ku tevlî YPG’ê bibim. Min pir ji wir hez kir. Ez ê li wir bijîm. Ji bo min êdî hemû Rojava Reqa ye.’’

ÇEKDEM HÊ 18 SALÎ BÛ

Çekdem ciwanekî ji Kobanê yê 18 salî bû. Digot, ‘’Ez ji bo tola şehîdên pêngava Reqayê û ji bo tola ew qas mirovên bêguneh hatim. Reqa keleha dawî ya DAIŞ’ê ye û em ê vê kelehê bi destê xwe hilweşînin.’’