‘Di dîroka çapemeniyê de wê bibe şermek‘

Rojnamevanên li dijî “qanûna sansurê” diçin Enqereyê, anîn ziman ku qanûn li dijî mafên mirovan ên bingehîn, azadiya çapemeniyê û nûçegihaniyê ye û gotin: “Ev qanûna sansur û otosansurê ya herî giran li dijî azadiyê îfadeyê û çapemeniyê ya Makeqanûnê ye.”

Rêxistinên pîşeyî yên çapemenî û rojnamevaniyê yên Îzmîrê têkildarî teklîfa qanûnê ya “qanûna sansurê” ku ji 40 xalan pêk tê û ji komîsyona Meclîsê derbas bû li pêş Bîrdariya Qonaxa Hasan Tahsîn daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowizên “Di rastiyê de bi israr in” û “Di rojnamevaniyê de bi israr in” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin mil” û “Heke çapemenî azad be gel jî azad e” hatin berzkirin. Parlamenterê CHP’ê Tacettîn Bayir, Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, Baroya Îzmîrê, Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya Herêma Egeyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

DI QANÛNÊ DE ÇI HEYE?

Seroka Cemîyeta Rojnamevanan a Îzmîrê Dîlek Gappî ku daxuyaniya çapemeniyê da, destnîşan kir ku di teklîfa qanûnê de cezayên hefsê yên giran, cezayê pere, sansurek û kontroleke giran heye û wiha got: “An ku dibêjin ku çavkanî diyar bibe jî heke ji aliyê hin kesan ve bi awayekî keyfî xelet were penasekirin, yê ku ev belavkiri be rojnamevan an jî welatî be, her kî be ku desthilat jê hez neke wê bi hefsê werin cezakirin. Bi taybetî teklîfa ku dê di nêzîkî pêvajoya hilbijartinê de bibe qanûn de îşareta ku dê hilbijartin di bin zextê de were kirin. Di qanûna li dijî medyayê tê çêkirin de cezayê per, qedexeyên reklaman, tengkirina torên medya dîjîtal jî hene. Di teklîfa qanûnê de bi awayekî keyfî dikare deriyê çapemeniya nivîskî bê kilîlkirin jî. Çapemeniya anatoliyayê ji çav hatiye derxistin. Nêzîkî hezar rojname nikarin îlanên fermî bigirin û dê bi girtinê re rûbirû bimînin.”

Gappî bi lêv kir ku qanûn li dijî mafên mirovan ên bingehîn, azadiya çapemeniyê û nûçegihaniyê ye û wiha got: “Ev qanûna sansur û otosansurê ya herî giran li dijî azadiyê îfadeyê û çapemeniyê ya Makeqanûnê ye.”

‘DESTÊN XWE JI ÇAPEMENIYÊ BIKIŞÎNIN’

Gappî anî ziman ku qanûn her wiha mafê ragihandin û agahî girtinê jî asteng dike û wiha berdewam kir: “Rojnamevan û rewşenbîr Abdî Îpekçî, Bahriye Uçok, Mûammer Aksoy, Necîp Hablemîtoglû, Mûsa Anter, Metîn Goktepe û rojnamevanên din berdelê nivîsîna rastiyan bi canê xwe dan. Ev qanûna dê di dîroka çapemeniyê de bibe şermek, paş ve bikişînin.”

Gabbî da zanîn ku wê rêxistinên rojnamevanan îşev biçin Enqereyê û sibê li pêş Meclîsê bin.