Di çalakiya protestoyî de polîsan li Velî Saçilik xistin

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik, ji bo şermezarkirina qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz tevlî çalakiya li Enqereyê bû. Hate ragihandin ku di dema çalakiyê de polîsan li Saçilik xistin.

Çalakiya protestoyî roja Şemiyê li Guvenpark a Enqereyê pêk hat. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik di dema çalakiyê de hate destgîrkirin û piştre hate berdan. Saçilik anî ziman ku polîsan li wî xistine.

Saçilik li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û anî ziman ku polîsan 10 deqeyan pê li stuyê wî kiriye û sixêf lê kiriye.