Di budçeya 2022'an de cihê gel nîne

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûazzez Orhan anî ziman ku budçeya sala 2022'an a ku cihê gel tê de nîne, bi daxwaz û fermana şexsekî ji bo Qesrê, ji bo şer û alîgirê wan hatiye amadekirin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûzazzez Orhan ragihand ku budçe ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve bi mejiyekî tekperest hatiye amadekirin û di dema amadekirinê de jî guh nedane ti nêrîn û pêşniyarê.

Parlamentera Wanê Mûazzez Orhan ku endama Komîsyona Pîşesazî, Bazirganî, Enerjî, Çavkaniyên Xwezayî, Agahî û Teknolojiyê ya Meclîsê ye, destnîşan kir ku hevdîtinên li ser budçeyê bi temamî veguherandine formalîteyê.

Mûazzez Orhan ku di heman demê de endama Komîsyona Hawirdorê ye wiha got, "Mixabin ji ber ku ji hejmara xwe ya kursiyan bawer dikin, ji bo wan girîngiya daxwazên sendîka, muxalefetê û gel nîne. Bi kêliyekê jî li ser rexne û pêşniyarên muxalefetê nafikirin."

BUDÇEYA JI BO QESRÊ, ŞER Û ALÎGIRAN

Mûazzez Orhan destnîşan kir ku bi daxwaz û fermana şexsekî budçe ji bo Qesrê, şer û alîgiran hatiye amadekirin û got, "18 sal in karmend her roj xizan bûye. Bi hezaran dikandaran dikanên xwe girtine. Karker dinalin. Bêkarî gihîştiye asteke bilind. Perwerde û tenduristiya cemaweriyê li ser malbatan hatiye hiştin. Ji bo tenduristî û perwerdeyê pareke biçûk jî nehatiye veqetandin; karker, kedkar bi mûçeyekî herî kêm ê di binê asta birçîbûnê de hatine mehkûmkirin. Jinên ku nîvê civakê ne di budçeyê de nîne; têkildarî xizaniya jinê gotineke bi tenê jî nîne. Cih ji afirandina qadên kar nehatiye veqetandin."

Mûazzez Orhan bi bîr xist ku budçeya ji Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk, Wezareta Parastinê ya Mîlî, Emniyet, Jenderme, Wezareta Karên Hundir, MÎT, Ewlekariya Peravî hatiye veteqandin bi giştî 193.6 milyar TL ye û bi vî rengî ji sedî 11 ê temamiya budçeya sala 2022'an e. Mûazzez Orhan got, "Qesr bi rêya vê budçeyê hewl dide desthilatdariya xwe dewam bike. Budçeya sala 2022'an budçeya ji bo desthilatdarî, sermaye û şer e. Tevî her titşî jî em li ber radibin. Em ê timî bibin dengê daxwazên karkeran, jinan, kedkaran, esnafan û ciwanan."