DGH'ê li Beyoglûyê çalakî pêk anî

DGH'ê li navçeya Beygolû ya Stenbolê li kolana Refik Saydamê cihekî ku ji bo tiryak û fûhûşê dihate bikaranîn da ber agir. 

Koordînasyana Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) derbarê çalakiyeke xwe de ku li navçeya Beygolû ya Stenbolê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya DGH'ê de ev agahî hatin dayin:

"24'ê Cotmehê saet 09.30'î yekîneya me ya bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa li navçeya Beyoglû ya Stenbolê cihekî ku ji bo tiryak û fûhûşê dihat bikaranîn da ber agir. Di encama çalakiyê de ev cih bi giştî şewitî.

Yekîneya me ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Baran Mawa û di kesayetiya wî de ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên şehîd ketine hatiye lidarxistin."